Serokê Odeya Rêberê Turîstan: Em ji operasyona muhtemel a Sûriye bi fikar in 2019-02-22 10:41:08   RIHA - Serokê Odeya Rêberê Turîstan Muslum Çoban, diyar kir ku li Rihayê sala 2019'an wekî sala Gobeklitepe îlan kirine û wiha got: "Gotinên Serokomar Erdogan ên operasyonê me dixe nava fikaran. Operasyona li dijî Sûriye, turîstan dixe nava fikaran. Em hêvi dikin ku operasyonek wisa pêk neyê."    Odeya Rêberê Turîstan îsal ji bo Rihayê wekî sala Gobeklîtepe îlan kirin. Lê piştî daxuyaniyê Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a der barê operasyona li dijî Sûriyeyê de gumanên Odeya Turistan jî zêde kir. Tê payîn 2 milyon turîst biherikin Rihayê. Serokê Odeya Rêberên Turîst a Herêma Rihayê Muslum Çoban hatina turîstan a ji bo Xerabreşkê nirxand û diyar kir ku Riha ji bo hatina turîstan xwedî potansiyelek mezin e û lê li hember vê potansiyelê binesaziya Rihayê ya ji bo turîstan kêm e. Çoban got li gorî sala bihûrî milyonek turîst Rihayê ziyaret kiriye lê ji ber xizmeta kêm a Rihayê nikare malovaniya turîstan bike.   'GOTINÊN OPERASYONÊ JÎ DÊ BANDORÊ BIKIN'    Çoban da zanîn ku ji ber ku sala 2019'an wek sala Xerabreşkê hat îlankirin tenê ne Riha dê bajarên mîna Dîlok, Amed, Semsûr û Mêrdîn jî bi tevger bibe û got: "Em di nava bendewariyek mezin de ne. Ancak em ji gotinên operasyona dê li dijî Sûriyeyê dest pê bike bi guman in. Ev daxuyaniyên der barê Sûriyeyê de fikaran didin me. Gotinên Serokomar Erdogan ên operasyonê me dixe nava fikaran. Operasyona li dijî Sûriye, turîstan dixe nava fikaran. Em hêvi dikin ku operasyonek wisa pêk neyê."    ‘EM XIZMETEK MEZOPOTAMYAYÎ BIDIN'    Çoban anî ziman ku ew ji ber îlankirina vê salê gelek kêfxweş in û lê hedefa 2 milyon turîst henek bi zehmet dibînin. Çoban da zanîn ku otelên li Rihayê û binesaziya Rihayê 2 milyon turîst ranagirin û ji ber otel kêm in heke ev binesazî besbûna dê ev sal ji bo Xerabreşkê xweş û geş derbas bibûya. Çoban got ev sala Xerabreşkê hemû erdnîgariya Mezopotamyayê dixe bin çarçoveya xwe û heke turîzma li herêmê dem dirêj be dê feydeyê bide herêmê. Çoban da zanîn ku divê ji bo ew turîstan winda nekin çavê kesî ne li pera be û divê ew mêvanên xwe bi kêfxweşî û dilgermî pêşwazî bikin. Çoban destnîşan kir ku Riha û esnafên xwe dikarin xizmetek bi qalîte û nêzîkatiyên xweşik nîşanî mêvanên xwe bidin û ew dikarin ku bîranînek turîst li her derê qala Rihayê bikin li pey xwe bihêlin.