Girtiyên Doza Nisêbînê hatin derbkirin 2019-02-22 09:20:25   MÊRDÎN – Wê roja duşemê, danişîna 6'an a Doza Nisêbînê pêk bê. Hat diyarkirin ku hunermend Erkan Belî û Sadik Tan ku ji bo danişînê anîne Mêrdînê, duh dema li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatine sekinandin, gardiyanan ew derb kirine.    Piştî qedexeya derketina derve ya di 14'ê Adara 2016'an de li Nisêbînê hat îlankirin, ji kesên di 26'ê Gulana 2016'an de ji navçeyê hatin tehliyekirin 53 kes jê hatin girtin. Wê sibê danişîna 6'an a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê pêk bê.    GIRTIYÊN SEGBÎSÊ QEBÛL NEKIRIN ANÎN MÊRDÎNÊ    Girtiyên di danişîna borî de beşdarbûyîna bi rêya SEGBÎS'ê qebûl nekirin, dê tev li danişîna 6'an bibin. Ji bo vê jî girtî ji girtîgehên Bafra, Osmaniye, Xarpêt, Tokat û Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hatin kirin.    GIRTIYÊN LÊGERÎNA TAZÎ RED KIRIN HATIN DERBKIRIN    Hat diyarkirin ku ji girtiyan hunermend Erkan Belî û Serkan Tan ku dema ji bo danişînê ji Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê anîn, hatine derbkirin. Hat ragihandin ku Tan û Belî qederekê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatine sekinandin û ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirine, hatine derbkirin. Her wiha hat gotin gardiyanan heqaret jî li wan kiriye.    GARDIYANAN EW DERB KIRIYE    Xizmên girtiyên hatin derbkirin gotin xizmên wan gotine: "Me bi rîngê anîn girtîgeheke din. Lê li Xarpêtê lêgerîna tazî li me ferz kirin. Me ev yek qebûl nekir. Li ser vê komek gardiyan êrîşî me kirin. Heqaret li me kirin, bi pehîn û kulman êrîşî me kirin. Xizêf gotin. Ji bo tiştek bi ser çavê me neyê, me bi desta serçavên xwe girt. Ên êrîşî me kirin hemû gardiyan bûn."