Togrûl: Wê li Dîlokê dewra şaredariya rantê ya AKP'î bi dawî bibe 2019-02-22 09:17:57 DÎLOK – Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, diyar kir ku 15 sal in AKP li Dîlokê alîgirên xwe dewlemend kiriye û got: "Wê di vê hilbijartinê de dawî li şaredarîvaniya rantê ya AKP'ê bê. Gel, ruyê AKP'ê dît."    Li Dîlokê, 15 sal in şaredarî di dest AKP'ê de ye. Niha ji bo hibijartina 31'ê Adarê xebatên partiyên siyasî didomin. Wê HDP, di vê hilbijartinê de piştgiriyê bide namzetê DSP'ê Celal Dogan.    Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, 15 salên AKP'ê yên lî Dîlokê nirxandin û destnîşan kir ku AKP'ê, di 15 salan de tenê alîgirên xwe yên pîşesaz dewlemend kiriye. Togrûl, bilêv kir ku Dîlok di warê ekolojî, avaniya binerd û serder, çandî û jiyana civakî de paş ve çûye û got: "Wê di vê hilbijartinê de dawî li şaredarîvaniya rantê ya AKP'ê bê. Gel, ruyê AKP'ê dît."    ‘PÊŞKETIN TUNE, PAŞKETIN HEYE'    Togrûl, diyar kir ku AKP bi feraseta rantê şaredariyê bi rê ve dibe. Togrûl, bilêv kir ku li Dîlokê AKP, bi hilbijartinê şaredarî bi dest enxistiye û got: "Ji be rgel xizan kir, wan mehkûmî komir û zexîreyan kir. Bi komir û zexîreyan deng stendin û bi vî awayî di hilbijartina de bi ser dikeve. Komira ku AKP belav dike, gel jehrî dike. Niha li Tirkiyeyê yek ji bajarên hewaya wê herî qirêj Dîlok e. Di rêza 5'an de ye. Ji ber komira tê belavkirin bêqalîte ye, hewayê pir qirêj dike. Tenê ne di warê hewayê de, di her warî de paşketinek heye. 15 sal in li Dîlokê, bi navê pêşketinê tu tişt nehatiye kirin."    ‘DOZGERÎ TESPÎTÊN DÎWANA MUHASEBATÊ NABÎNE'    Togrûl, destnîşan kir ku ev paşketin tenê ne li Dîlokê, li hemû bajarên ku şaredarî di dest AKP'ê de ne heye. Togrûl, anî ziman ku li Dîlokê şaredariyêN AKP'î bûne cihê nelirêtî û rantê û got: "Ev ne tiştên bihîstinê ne. Dîwana Muhasebatê bi raporên xwe ev yek etspît kiriye. Piştî van raporan divê dozger lêpirsînê bidin destpêkirin. Lê belê xwe li nedîtinê datîne. Niha li Dîlokê tu şaredarek ku bi biryara xwe şaredariyê bi rê ve bibe tune ye. Rast e, şaredareke jin li ser qoltixê ye lê belê ew bi xwe şaredariyê bi rê ve nabe. Jixwe ji bo jinan xizmeteke wê jî tune ye."    ‘CIWAN DI NAV NAHPIKÊN TIRYAKÊ DE NE'    Togrûl, anî ziman ku her diçe li Dîlokê jiyana civakê xirabtir dibe. Togrûl, destnîşan kir ku bi navê jiyana civakî tiştek li dîlokê nemaye û piştî saet 6'ê êvarê jina civakî diqede. Togrûl, bilêv kir ku êdî mirov newêrin êvarî bigerin û got: "Di demên ku AKP şaredariyê bi rê ve dibe, ji dêvla qadên hêşîn beton tên çêkirin. Li Tirkiyeyê, yek ji bajarên ku qadên hêşîn lê kêm in Dîlok e. Bi salan e ciwanên Dîlokê di nav nehpikên tiryakê de ne. Li Dîlokê, ji ber qadeke ku ciwan biçinê û xwe îfade bikin tune ye, dikevin nav pencikên tiryakê. Li Dîlokê temenê bikaranîna tiryakê daketiya 11 salan." Togrûl, diyar kir ku ji bo astengkirina vê rewşê tu projeyeke şaredariya AKP'Î tune ye. Togrûl, destnîşan kir ku ger rêveberiyên herêmî ji bo wan ciwanan projeyên jiyana civakiyî çêbikin, wê ji tiryakê xelas bibin.    ‘GEL, RÛYÊ AKP'Ê DÎT'    Togrûl, destnîşan kir ku li Dîlokê ji sedî 90'ê projeyên tên çêkirin ji bo herêmên kesên dewlemend tên çêkirin û got: "AKP, ji bo taxên din tu tiştî nake. Li gor rêjeya dengan xizmetê dikin. Niha li Dîlokê, AKP tenê xizmetê ji bo taxên ku deng danê dike. Nexasim jî hema bêje xizmet ji bo taxên ku dengê xwe didin HDP' nayê kirin. Lê belê, di vê hilbijartinê de dawî li şaredarîvaniya rantê ya AKP'ê bê. Gel, ruyê AKP'ê dît."