Xwişka girtiyê di greva birçîbûnê de: Birayê min ji bo min bû cihê hêviyê 2019-02-22 09:15:57 STENBOL – Elîf Yildiz, xwişka Huseyîn Yildiz ku li Girtîgeha Jimara 5'an a Sîlîvriyê 49 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku birayê wî ji bo wê bûye cihê hêviyê û got: "Daxwaza wan daxwazeke mirovî û rewa ye."    Hevseroka Kongreya Civak Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, 107 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî 315 girtî di greva birçîbûnê de ne.Yek ji evan girtiyan jî Huseyîn Yildiz (23) ye ku li Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvriyê ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ue. Xwişka wî Elîf Yildiz, destnîşan kir ku ew çûye girtîgehê û birayê xwe dîtiye û moralê wî pir baş bûye. Yildiz got: "Rewşa wî baş bû. Dibêje 'ez ê heta dwiyê li ber xwe bidim.' Heta dawiyê bi rêzgirî nêzî çalakiya birayê xwe dibim û ji bo vê çalakiyê çi ji destê min bê ez ê bikim."    ‘JI BO MIN BÛ CIHÊ HÊVIYÊ'    Yildiz, anî ziman ku her ew diçe girtîgehê bi xemgînî diçe û got: "Lê wexta vedigerim moral û motîvasyona min baş dibe. Vîn û muqawemeteke wisa heye ku mirov heyr dimîne. Ez li derve me, lê ew li hundur in. Di wan şert û mercan de jî dibin cihê hêviyê. Tim dibêje 'Me tiştekî şaş nekiriye. Ji bo ev mirov di şertên baştir de bijîn, ji me neyên binpêkirin em têkoşiyan. Bedêleke vê hebû. Min ew bedêl anî ber çavê xwe û min dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.' 2 sal û nîv e, çi di telefonê de çi jî di dema hevdîtinê de ji min re tim dibêje bixwîne. Axirê min bi a wî kiriye. Niha bi çavekî din li jiyanê dinerim. Tesîr li min kir. Hêvîdar im çalakiya wan bigihê armanca xwe."    Yildiz, destnîşan kir ku birayê wî Yildiz ê wan ê biçûk e û got: "Biçûkantiya wî tê ber çacê min. Îjar wexta ez halê wî yê niha tînim ber çavê xwe, bûye miroveke mezin."    Yildiz got: "Ev qas mirov bedena xwe dane ber birçîbûnê. Ji bo îktîdareke ku em nizanin dê heta kengî bidome ev qas mirov dimirin. Daxwaza wan daxwazeke mirovî û rewa ye. Ew mirov çen sal in tê tecrîdkirin. Dixwazin ev tecrîd bi dawî bibe. Daxwaza wan ne daxwazeke giran e. Dawiya dawî wê biçin. Ev dinya ji kesî re nemaye. Lê çi bibe wê bi van mirovan bibe. Ev qas mirov bedena xwe dane ber birçîbûnê. Qet nebe divê guh bidin van mirovan. Em malbat piştgiriyê didin wî. Ev mirov jî welatiyên vî welatî ne, divê guh bidin wan. Divê jixwe bipirsin; ji bo çi vî tiştî dikin. Heta niha tiştek nehatiye kirin, lê divê ji niha û pê ve tiştek bê kirin. Tişta divê bê kirin ne tiştekî zehmet e."    Yildiz, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan rakirina tecrîdê ye û got: "Ev tenê ji bo Abdullah Ocalan ne wisa ye. Tu mirovekî tecrîd dikî û ji her tiştî bêpar dikî. Ev li dijî xwezaya mirov e."    MA / Sadiye Eser