ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2019'AN 2019-02-22 09:00:22 * Esnaf Remzî Uşen ku di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de zirar kir, ji bo zirara wî bê dayîn serî li Walîtiya Amedê dabû. Lê belê walîtiyê serlêdana wî red kir. Li ser vê Uşen doz vekir, lê di dozê de bi 2 hezar û 500 lîreyî deyndar derket.  * AKP-MHP'ê li Qers û Îdirê îtifaq çêkir. Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariay Qersê Ayhan Bîlgen, vê îtifaqê wekî "mikurhatina li neçariyê" nirxand û got: "Qers û Îdir ên gelên li vira ne. Wê hilbijartina li herdu bajaran bibe vîna jiyana bi hev re. Wê gelê me vê lîstikê pûç bike."    * Hayat Guler, ku 49 roj in kurê wî di greva birçîbûnê de ye, got: "Wê ev agir me hemûyan bişewitîne." Guler, ji bo şikandina tecrîdê bang li malbatên girtiyan hemûyan kir.    * Elîf Yildiz, xwişka Huseyîn Yildiz ku li Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvriyê 49 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku birayê wî ji bo wê bûye cihê hêviyê û got: "Daxwaza wan daxwazeke mirovî û rewa ye."    * Li 19 bajaran destûra çandina kinfê (kenewîrê) hat dayîn, lê belê li bajarên herêmê destûra çandina kinfê nehat dayîn. Serokê Şaxa Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Kocaman, bertek nîşanî vê biryarê da û diyar kir ku eger li bajarên herêmê destûr bê dayîn wê ev yek çandina kinfê ya ji bo narkotîkî tê çandin kêm bike.    * Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, diyar kir ku 15 sal in AKP li Dîlokê alîgirên xwe dewlemend kiriye û got: "Wê di vê hilbijartinê de dawî li şaredarîvaniya rantê ya AKP'ê bê. Gel, ruyê AKP'ê dît."    *  Li Wanê, deriyê sînor ê Kapikoyê, ji bo debarê çavkaniyeke mezin e. Lê belê li vî deriyî ne lawaboyek heye henî ji bo vehesandinê parkek heye. Lê belê, heta niha ji bo vî deriyî 8 caran hatiye gotin ku "hatiye modernîzekirin." Rêwiyên li ber derî ketine doreke dûdirêj, çopên li derdorê nîşan dan û gotin rewşa derî ev e.    * Serokê Odeya Rêberê Turîstan Muslum Çoban, diyar kir ku li Rihayê sala 2019'an wekî sala Gobeklitepe îlan kirine û wiha got: "Gotinên Serokomar Erdogan ên operasyonê me dixe nava fikaran. Operasyona li dijî Sûriye, turîstan dixe nava fikaran. Em hêvi dikin ku operasyonek wisa pêk neyê."    * Wê roja duşemê, danişîna 6'an a Doza Nisêbînê pêk bê. Hat diyarkirin ku hunermend Erkan Belî û Sadik Tan ku ji bo danişînê anîne Mêrdînê, duh dema li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatine sekinandin, gardiyanan ew derb kirine.    * Wê roja duşemê, danişîna 6'an a Doza Nisêbînê pêk bê. Hat diyarkirin ku hunermend Erkan Belî û Sadik Tan ku ji bo danişînê anîne Mêrdînê, duh dema li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatine sekinandin, gardiyanan ew derb kirine.    * Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, dê bi tevlîbûna namzetên hevşaredariyan, li navçeya Mehsertê buroya hilbijartinê veke. (10.00)   * Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li navenda bajêr civîna gel li dar bixe. 13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Platforma Hiqûqnasên Hemdem (OHP) ê ya Enqerê, dê derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn hatin jiyîn de, li Yekitiya Mulkiyetan civîna çapmeniyê li dar bixe. (11.30)   * Baroya Amedê dê li ber Edliyeya Amedê Serokê Baroyê Amedê yê berê Tahîr Elçî ku li Sûrê hat kuştin, di hefteya 164’an de bi bîr bîne. (13.30)   * 8’emîn danişîna doza darizandina 22 kesên 5 ji wan girtî yê Hevşaredarê Dêrikê Abdulkerîm Erdem jî dinav de, dê bê dîtin. (14.00)   * Meclîsa Jinan a HDP û aktîvîstên TJA, dê starta 8’ê Adarê Rojan Jinên Cîhanê li ber Pastexaneya Hakan a Beşiktaşê bidin. (15.00)   * Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), dê li Salona Konferansê ya Baroya Rihayê, konferansa “Di jiyana olî de girîngiya ziman” û “Gelo di ol de berpirsiyartiya takekesî yan jî civakî girîng e” li dar bixe. (16.00)