Der barê Hatîp Dîcle de biryara girtinê 2019-02-21 17:11:47   STENBOL - Di danişîna Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin de dadgehê der barê siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle de biryara girtinê derxist.    Danişîna doza gerînendeyê rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle tên darizandin li Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hat dîtin. Rojnameger û Dîcle beşdarî danişînê nebûn û parêzerê wan Ozcan Kiliç amade bû. Heyeta dadgehê der barê siyasetmedar Hatîp Dîcle de bi hêceta parastina xwe bike biryara girtinê derxist. Danişîn taloqî 28'ê hat kirin.