Welatiyên Derya Reş Guven ziyaret kirin: Emê daxwaza wê ji gelê xwe re vebêjin 2019-02-21 15:56:17   AMED - HDP’iyên Derya Reş, Leyla Guven ziyaret kirin. Endamê Desteya Navendî ya HDP’ê ya Trabzonê Huseyîn Taka, diyar kir ku wan ji Guven moral girtin û got: “Emê bi vî awayî vegerin Derya Reş. Daxwaza wê daxwaz me ye. Emê vê daxwaza wê ya mafdar, li Derya Reş ji gelê xwe re vebêjin.”  Berxwedana greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina  tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan destpê kir, di roja 106’an de berdewam dike. Serdanên piştevaniyê û destekên ji bo Guven jî berdewam dikin. Rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yên ji bajarên Artvîn, Rize, Trabzon, Samsûn, Sînop, Tokat, Amasya û Zonguldak ên Derya Reş lihev kom bûn, Leyla Guven li mala wê ya li Taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê ziyaret kirin. Parlementerê HDP’ê yê Amedê piştî serdanê daxuyanî da.    ‘EMÊ LI DERYA REŞ JI GEL RE VEBÊJIN’   Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê ya Trabzonê Huseyîn Taka, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Me xwest em peyama xwe ya  piştevaniyê ji Leyla Guven re ragihînin. Ji bo ku em moral bidin Guven em hatin vê derê, lê me moral ji Guven girt. Emê bi vî moralî vegerîn Derya Reş. Greva birçîbûnê ya Guven meşrû ye û daxwazên wê daxwazên mafdarin. Daxwaza wê daxwaza me hemûyane û têkoşîna wê têkoşîna me hemûyane. Emê vê daxwaza wê ya mafdar, li Derya Reş ji hemû gelê xwe re vêbêjin. Divê demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin.     Piştî daxuyaniyê welatiyên Derya Reş ji bajarê veqetiyan û ber bi Derya Reş ve ketin rê.