DMME'yê serlêdana ji bo parastina Heskîfê red kir 2019-02-21 15:41:51   AMED - DMME'yê serlêdana ji bo parastina dîroka 12 hezar sal a Heskîfê ku dê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne red kir.     Çêkirina Bendava Ilisû didome. Ji ber bendavê dê dîroka 12 hezar salî ya Navçeya Heskîfê ya Êlihê di bin avê de bimîne. Bi boneya parastina mîrateya çandî ya Heskîfê Prof. Dr. Zeynep Ahunbay, Prof. Dr. Oluş Arik, Prof. Dr. Metîn Ahunbay, Avukat Murat Cano û Ozcan Yuksek di 22'ê Sibata 2006'an de serî li Dadgeha Mafên Mirova ya Ewrûpayê (DMME) dabûn û serlêdan hat redkirin.    Heyeta ji Robert Spano (Îzlanda) Serok, Ledi Bianku (Arnavutî), Işil Karakaş (Tirkiye), Julia Laffranque (Estonya), Valeriu Gritco (Komara Moldova), Jon Fridrik Kjølbro (Danîmarka), Stéphanie Mourou-Vikstrom (Monako) û Stanley Naismith'in (Wezîfedarê Tescîlê) pêk tê biryara spartin Peymana Mafên Mirova ya Ewrûpayê (PMME) ragihandin ku "serlêdan nayê qebûlkirin."    HÊCETA CIH NEGIRTINA DI PMME'YÊ DE HAT NÎŞANDAN    Hat zanîn ku di hêceta redkirina DMME'yê de wiha hatiye gotin: "Daxwaza pênc serlêdanan li gorî aliyê hiqûqî yê Peymana Mafên Mirova ya Ewrûpayê 'lihevnekirin' nîşan daye." Heyeta DMME'yê wiha hêcet nîşan da: "Parastina mîrateyên dîrokî û çandî wek mafê takekes di Peymana Mafên Mirova ya Ewrûpayê de cih nagire."    Heyeta DMME'yê biryarê spart xala 35'emîn a peymanê û serlêdanê red kir.    XWESTIBÛN ÎNŞATA BENDAVÊ BÊ RAWESTANDIN    3 profesor û 2 parêzerên serlêdanê pêk anîbûn xwestibûn li gorî xala 8'emîn a peymanê ya "hurmeta jiyana taybet" gilî kiribûn û daxwaz kiribûn înşata bendavê bê rawestandin.    Di gilîkirinê de hatibû destnîşankirin ku veguhestina mîrateyên çandî yên li Heskîfê dê nekeve bin navê parastinê û dê fêdeya wê li kesî nebe.