Dayikên Aştiyê çûn serdana Guven: Êdî dengê me bibihîzin 2019-02-21 15:31:50   AMED - Dayikên Aştiyê, Leyla Guven a 106 rojin di greva birçîbûnê deye, ziyaret kirin. Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku Guven nûnera hemû jin û dayînake û wiha gotin: “Êdî dengê me bibihîzin. Divê ev tecrîd rabe.”    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 106’emîn de berxwedana xwe berdewam dike. Meclîsên Dayikên Aştiyê yên Amed û Stenbolê, bi armanca piştgirî dayîna grevên birçîbûnê, Guven li mala wê ya li Taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê ziyaret kirin. Dayikên Aştiyê piştî serdanê daxuyanî dan.    ‘DIVÊ DESTHILATDAR DAWÎ LI VÊ REWŞÊ BÎNE’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Bediya Dûman, daxuyanî da û wiha got: “Bi armanca piştgirî dayînê, em çûn serdana Leyla Guven.  Leyla vîna gelekê ye. Leyla gihaye sînorê mirinê. Divê desthilatdarî dawî li vê rewşê bîne. Pêwîste daxwazên Guven bên qebûl kirin. Daxwazên Guven daxwazên edetîne. Gelo çima hikûmet bêdeng dimîne? Zerokên wan jî hene. Qey ligel wan hest tuneye?”   BANG LI HIKÛMET Û WEZARETA DADÊ KIRIN    Dûman, beng li hikûmet û Wezareta Dadê kir û wiha bilêv kir: “Em dixwazin daxwaza Guven bê bi cih anîn. Ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan evqas kes di greva birçîbûnê dene. Divê dawî li bêrehmiya heyî were.”    ‘EMÊ BÊDENG NEMÎNIN’   Dayika Aştiyê Bdîa Golyuz jî, da zanîn ku Leyla Guven 106 rojin di greva birçîbûnê deye û bi van gotinan bedengiya raya giştî rexne kir: “Çalakiya Guven di asta krîtîk deye. Divê hemû cîhan baş zanibe ku emê bêdeng nemînin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan di heman demê li dijî jin û gelane. Leyla Guven jî ji bo rakirina vê tecrîdê bedena xwe ji mirinê re razand. Dîsan ji 300 zêdetir zarokên me di girtîgeehan de, di greva birçîbûnê dene.”    ‘ÊDÎ DENGÊ ME BIBIHÎZIN’   Gokyuz, di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Leyla Guven nûnera jin û dayîkane. Êdî dengê me bibihîzin. Divê ev tecrîd rabe. Ev mirov li dijî bêedaletiyê bedena xwe ji mirin re razandine. Em bang li hemû gelê Kurd û gelên li Tirkiyeyê dikin ku êdî birîna dayîkan bibînin. Em dixwazin tecrîd rabe û grevên birçîbûnê bi dawî bibin.”