Hêzên Demokrasiyê: Dema vegera demokrasiyê ye 2019-02-21 14:16:16 STENBOL – Hêzên demokrasiyê ku ji pêkhateyên Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî, Koma Diyalogê û Hewldana Welatîbûnê, ji bo hilbijartina 31'ê Adarê daxuyanî da. Hêzên demokrasiyê bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê û xwest êdî her kes berê Pusulayê bidin eniya demokrasiyê." Hêzên demokrasiyê ku ji pêkhatiyên Ji bo Demokrasiyê Yekîtî (DİB), Koma Diyalogê û Hewldana Welatîbûnê, têkildarî hilbijartina 31'ê daxuyaniyek hevpar da. Hêzên demokrasiyê li avahiya Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) a li Taksîmê civîna çapemenyê pêk anî. Li salona  TMMOB'ê pankarta “Hêzên Demokrasiyê bang dike ku hemû kesên demokrasiyê diparêzin berê xwe bidin eniya demokrasiyê" vekirin. Di daxuyaniyê de Dîroknas û nivîskar Erdogan Aydın, Prz. Îbrahim Sinemîlîoglu, Prof. Dr. Gençay Gursoy, Namzetên Hevşaredaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzetên şaredariyan ên CHP'ê û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn.    Di civînê de Dîroknas Erdogan Aydin diyar kir ku pêwiste namzetên gel ji bo rejîma yek zilamî paşve bixin bixebitin û ev yek ji bo demokratîkbûna Tirkiye pir girîng e.   Dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) Riza Turmen jî diyar kir ku li welatê ne demokratîk hilbijartin pêk tê û wiha got: "Ev ne hilbijartinek demokratîk e. Kesên li Tirkiye têkoşîna demokrasiyê didin, divê hilbijartinê jî wekî perçeyê têkoşîna demokrasiyê bibînin." Turmen, da zanin ku dem dema sazkirina binesaziya demokrasiyê ye û xwest her kes seraktorê siyasetê be."      Endamê Lijneya Koordînasyona DÎB'ê Nesteren Davutoglu daxuyaniya hevpar xwend û wiha got: “Em di pêvajoya ku Serokomar bi vê pergala hikûmetê dixwaze rejîma otoriter ava bike de dijîn. Li Tirkiye zext zêde dibin. Li Tirkiye krîza demokrasiyê her ku diçe kûr dibe. Ji bo em demokrasiyê ji krîzê xelas bikin hilbijartina 31'ê Adarê firsendek gelek mezin e. Divê hemû endamên hêzên muxalif sekna xwe nîşan bidin û li sekna xwe sadiq derkevin. Hilbjartina rêveberya herîemî li dijî îktîdara AKP'ê helwesta redê ye. Serokomar dixwaze bi pergala hikûmetê dixwaze hegemonyaya serdest mayinde bike. Ji bo redkirina vê pergalê ev hilbijartin pir girîng e.    Davutoglu, anî ziman ku Tirkiye bi qanuna bingehin a 1982'an li ser rêveberiyek navendî hatiye avakirin û wiha got: "Serdestiya navendê ya li ser herêmê têra wan nake niha jî vesayeta malî ya Serokomariyê hat avakirin. Bi biryarnameya Serokomariyê Hesabê Saziya Yek Xezîneyê ava kirin. Di 17'ê Çileya 2019'an de jî maliya şaredariyan bi navendê ve girê dan. Herî dawî bi biryara Banka Bajaran ji sedî 51 wekî hibe xwest Serokomar jî şirîk bibe. Ji ber vê yekê divê biryarên der barê bajar de bi rêya muzakere û tevbêbûna gel bên stendin. Ji bo vê yekê jî divê gel bê alî û bê sînor bê agahdarkirin. Êdî dem dema her kes bêjin 'Rawest e' ye. Divê meclisên taxan bi gel re bi axivin û gel hişyar û agahdar bikin. Ger ku bloka îktîdarê bi ser bikeve aborî dê bêtir têk biçe. Krîz dê bêtir kûr bibe. Divê êdî hemû kesên demokrasî û mafên mirovan diparêzin berê pûsûlaya xwe bidin eniya demokraiyê."