Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Li Tirkiyeyê ji derveyî Tirkî zimanên din qedexene 2019-02-21 14:03:40       ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin û gotin: "Li Tirkiyeyê ji derveyî Tirkî zimanên din qedexene. Desthilatdariya AKP'ê bi polîtîkayên qirkirina çand û ziman tevdigere."    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Roja Zimanê Cîhanê pîroz kirin.    ‘LI TIRKIYEYÊ 18 ZIMAN TUNE BÛNE’   Di daxuyaniyê de hat ragihandin, mîna li gelek cihên dinyayê li Tirkiyeyê jî ji ber feraseta dewleta tekperestiyê, ji bilî Tirkî zimanên din hemû hatine qedexekirin, bûne hedefa polîtîkaya asîmîlasyonê û hate gotin, "Li gorî rapora zimanên di nava metirsiyê de ye yên cîhanê ya UNESCO'yê, li Tirkiyeyê 18 ziman tUne bûne, ya jî li ber tinebûnê ne."   ‘ROJNAME Û TELEVÎZYONÊN BI KURDÎ HATIN GIRTIN’   Hevserokên HDP'ê bal kişand ser zext û zordariya li Kurdî tê kirin û gotin, "Desthilatdariya AKP'ê bi polîtîkaya qirkirina çand û ziman radibe. Ji 15'ê Tîrmehê dema hewldana darbeyê û vir ve, bi rejîma Rewşa Awarte û biryarnameyan re yekane rojnameya bi Kurdî Azadiya Welat, qenalên televîzyonê yên bi Kurdî, ajansên nûçeyan, kovar, radyo, weşanên bi Kurdî, Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger, Kurdî-Der, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku di dema tarî ya salên 1990'î de jî hatibû girtin, vê demê hatin girtin."   Hate bibîrxistin, tabelayên bi Kurdî bi destê qeyûman yek bi yek hatin daxistin û axaftina bi Kurdî ya li meclîsê bi gotina 'zimanê ku nayê zanîn' li raporan hatiye nivîsandin.   'EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ DERKEVIN'   Hevserokên HDP'ê diyar kirin, têkoşîna wan a ji bo garantîkirina perwerdeya bi zimanê dayikê di destûra bingehîn û qanûnan de, sedemeke hebûna wan a siyasî ye û ev têkoşîna wan wê bidome.   Di dawiya peyamê de hate gotin, "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê, roja xurtkirina têkoşîna li dijî kiryarên qedexekar ên li ser zimanên dayikê ye. Bi vê wesîleyê em 21'ê Adarê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li gelên herêmê û dinyayê pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û hurmetê nîşanî zimanên din ên dayikê bidin."