MED -DER: Bila Kurdî bibe zimanê fermî 2019-02-21 12:14:45   AMED - MED-DER'ê, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî da. MED DER’ê 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayîkê ya Dunyayê, li gelê kurd, tirk û hemû gelên cîhanê pîroz kir û wiha got: "Em careke din  dibêjin bila hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî were rakirin, di her qadên jiyanê de, qada qamûyê de serbest were bikaranîn, bila zarokên kurdan ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi kurdî perwerde bibinin, bila li turkiyeyê bibe zimanê fermî yê duyemîn.     MED DER'ê bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî da û roja ziman li hemû gelê cîhanê pîroz kir. MED-DER'ê anî ziman ku vê rojê ji aliyê UNESCO’yê ve di 1999’an de  wek Roja Zimanê Dayîkê hate ragihandin û wiha got: "Ji wê rojê şûn de wek “Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî” tê pîrozkirin. Li her derê dunyayê di derbarê girîngiya zimanê zikmakî de cur bi cur çalaki tên lidarxistin. Di vê Roja Zimanê Dayîkê de,  Li gel ku perwerdehiya bi zimanê dayîkê mafê zarokên kurdan ya herî rewa ye jî li Turkiyê ji ber ku bi milyonan  zarokên Kurdan ji zimanê xwe hatine dûrxistin.mixabin, zarokên Kurdan zimanê xwe yê dayîkê nikarin bikarbînin, nikarin bi zimanê xwe perwerde bibînin."     'PIŞTÎ KOMARÊ XWESTINE KURDAN ASÎMÎLE BIKIN'   MED-DER'ê di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên hikûmet û dewletê û wiha lê zêde kir: "Di cîhanê de em dinerin,  hêzên dagirker dema welatekî dagir kiriye, jê xwariye, keda wan mêtiye lê tu carî ziman û çanda wî gelî tüne nehesibandiye, hebûna wî, nasnameya wî înkar nekiriye. Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê heta îro, Dewleta Tirk ti car gelê Kurd, bi nasnameya wî, bi zimanê wî, bi çanda wî wek gelekî û xwediyê vî welatî qebûl nekiriye. Xwestiye, Kurdan asîmîle bikin, bihelînin û tune bikin û bi van şêwazên hovane pirsgirêka Kurd çareser bikin "    'BERXWEDANA GELÊ KURD HIŞMENDIYEK NÛ DAYE GELÊ KURD'   MED-DER'ê bal kişand ser têkoşîna gelê kurd jî û wiha lê zêde kir: "Tunekirina fîzîkî û çandî tu car ji rojeva dewletê derneketiye. Berxwedan û têkoşîna gelê kurd, hişmendiyeke nû daye gelê kurd. Kurd tu car li ber polîtikayên wan ê hovane serî netewandiye. Berxwedaneke bêhempa nîşan daye, têkoşiyaye,bi bedelên gelek giran xwe, çanda xwe û zimanê xwe yê pîroz parastiye û gihandiye vê serdama îroyîn. Mixabin di van salên dawî de, destkeftiyên ku di vî warî de, gelê Kurd bidest xistibûn, bi darê zorê şûn de hate girtin. Îro, em di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin. Di bin şert û şûrtên awerte de dijîn. Ji aliyekî li pêşiya me hilbijartina xwcihî heye. Ji aliye din eva bîst sale ku Brêz Abdullah Ocalan di bin tecrîteke giran û di bin şert û şûrtên dijwar de, ji bo çareseriyeke aşîtiyane berxwe dide. Tecrît di kesyetiya Ocalan de li hemberê gelê tirk, gelê kurd û hemû gelên Rojhilata navîn, li hembrê tasfiyekirina muhalefeta demokratik tê kirin.    'RAKIRINA TECRÎDA OCALAN DÊ AŞTIYÊ BÎNE'   MED-DER, tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî rexne kir û wiha pêde çû. "Ji bo tecrîta li ser Ocalan were rakirin bi pêşengiya wekîla Colemergê Brêz Leyla Guwen û gelek girtiyên zindana eva 106 roj e, ketine gireva birçîbûnê û bedenên xwe dane ber mirinê. Em wekî MED DER’ê dibêjin bi rakirina tecrîta li ser Brêz Ocalan, careke din ê aştî bikeve rojevê. Bi şêwazeke aşitiyane pirsgirêka kurd ê çareser bibe. Heta ku pirsgirêka kurd çareser  jî nebe, demokrasi nayê Turkiyeyê. Em wek saziyeke zimên, bang li gelê xwe dikin û dibêjin, baweriya olî, siyaset, mezheb, kar û bar çi dibe bila bibe, statuya wan a ciwakî çi dibe bila bibe, ên ku ciwakê ber bi hev tîne û me dike wek hev ziman û çand e. Ji bo wê, em tu car parastina ziman û çanda xwe paşguh nekin. Em zimanê xwe bikin bingeha stûna jiyana xwe. Di hemû qadên jiyanê de, em bi zimanê xwe biaxifin. Em her tim xwe bispêrin çanda xwe û nirxên xwe."    MED-DER'ê herî dawî bang li gelê kurd kir ku ji bo parastina ziman rêxistinbûna xwe xurt bikin û wiha bi dawî kir: "Em  ji bo azadiya xwe, zimanê xwe, çanda xwe, ji bo pergaleke demokratik ku Kurd jî xwe tê de dibînin, em  rêxistina xwe xurt bikin, Em  tifaqa xwe bikin yek û di hilbijartina xwecihî de dengên xwe bidin demokrasiye bidin xwe bidin zimanê xwe, bidin gelê  xwe, serkeftin ya me ye. Bi van hest û ramanan, Em vek MED DER’ê “21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayîkê ya Dunyayê, di serî de li gelê kurd, tirk û li hemû gelên cîhanê pîroz dikin. Em careke din  dibêjin bila hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî were rakirin, di her qadên jiyanê de, qada qamûyê de serbest were bikaranîn, bila zarokên kurdan ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi kurdî perwerde bibinin, bila li turkiyeyê bibe zimanê fermî yê duyemîn. '