Dadgehê wezareta karê hundir mahkûmî tazmînatê kir 2019-02-21 12:01:05   AMED - Dadgehê di bûyera ku li navçeya Yenîşehîrê 2 zarokên 6 salî di bin blokên betonê yên li dora dibistanê dipêçan de man û jiyana xwe ji dest dan, Wezareta Karên Hundir mahkûmî tazmînatê kir. Wezaret dê tazmînatê bide malbata xwendekarê 6 salî Furkan Oner.    Di sala 2016'an de dema polisan dibistan kirin qereqol û dora dibistanê bi blokên betonî dipêçan, 2 zarokên 6 salî di bin blokên betonî de mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata Furkan Oner, piştî bûyerê der barê wezareta karên hundir de doza tazmînatê vekir. Dadgehê tazmînat li wezareta karên hundir birî. Li Taxa Ben û Sen a navçeya Yenîşehîr a Amedê Dibistana Seretayî ya Turgut Ozal bi roj wek dibistan û bi şev jî ji aliyê polîsan ve wek qerekol tê bikaranîn. Dîwarê wê bi vînçê hatiye honandin û zarokên bi navê Ayaz Ozdemîr û Furkan Oner ên 6 salî bin bloka betona wê de man û jiyana xwe ji dest dan. Di doza der barê bûyerê de biryar hat dayîn ku Wezareta Karê Hundir 180 hezar TL tazmînatê bide malbata Furkan Oner.    POLÎSAN DIBISTAN KIRIBÛN QEREQOL     Li navçeya Yenîşehîr a Amedê li taxa Ben û Sen di 30’ê Adara 2016’an de zarokên 6 salî Ayaz Demîr û Furkan Demîr di bin bloka beton a dîwarê Dibistana Seretayî ya Turgut Ozal ku bi roj wek dibistan û bi şev jî ji aliyê polîsan ve wek qerekol tê bikaranîn, de man û jiyana xwe ji dest dan. Di rûniştina biryarê ya dozê de ji bo 3 gumanbarî 21 sal û 4 meh ceza hat birîn. Her wiha malbata Furkan Oner serî li 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê da û li ser vê biryar hat dayîn ku Wezareta Karê Hundir ji ber ‘ji qusurê xizmeta îdarî’ tazmînatê bide. Der barê daxwaza tazmînata malbata Ayaz Ozdemîr de jî pêvajo didome. Wezareta Karê Hundir di parastina xwe de îdia kir ku dema bûyer tê lêkolînkirin, nayê tespîtkirin ku bûyera bûye sedema zirarê ji çavkaniyên xebatên îdareyê pêk tên. Her wiha wezaretê diyar kir ku bihayê tazmînata manevî pir zêde ye û got daxwaza faîza ji bo tazmînata manevî tê meşandin jî ne di cih de ye û got divê doz bê redkirin.    WALÎTIYÊ QISÛR QEBÛL NEKIRIBÛ   Walîtiya Amedê jî di parastina xwe de got di bûyera pêk hatiye de tu qusurê îdareyê tune ye û got divê doz û tazmînat bê redkirin. Dadgehê biryar da ku ji bo malbata Furkan Onder bi faîza wê 180 hezar TL tazmînata manevî bê dayîn. Heyetê ji bo operatorê vînçê Azîz Korkmaz 8 sal ji bo rayedarê fîrmaya Înşata Uysal, Faîk Kayar û xwediyê fîrmaya Omeroglu, Mahmut Kazaylek jî cuda cuda 6 sal û 8 meh ceza birî.