Girtiya di grevê de; Divê rewşenbîr û demokrat rola xwe bilîzin 2019-02-21 09:16:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Hediye Yayik ku li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Divê rewşenbîr û demokrat rola xwe bilîzin."  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe ji 8'ê Mijdara 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye. Her wiha li gelek girtîgehan jî ji 16'ê Kanûna 2018'an ve bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger didome.    Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, Hediye Yayik ku ji 2'yê Sibatê ve di greva birçîbûnê de ue nameyek şand.    'BÊWATEBÛNA BIRÇÎBÛNÊ'    Yayik, diyar kir ku berê ew qet neketiye grevên birçîbûnê yên dirêj û greva birçîbûnê wiha pênase kir: "Ji bo îfadekirineke homojen her hal divê mirov rûpelan tije bike. Lê dema mijar girtîgeh be, di dest mirov de alternatîf pir tune ne. Loma mirov bêtir li ser girîngiya greva birçîbûnê hûr dibe û hestên ketina greva birçîbûnê li meriv peyda dibin. Niha, em nizanin wê ev pêvajo ber bi ku ve biçe. Lê belê nêzîkatiya ji bo grevên birçîbûnê ev e ku dem çi dibe bila bibe ji bo encamgirtinê ne. Her wiha, berê 15 roj be jî ketime greva birçîbûnê, lê belê meraqeke ku dê çi biqewime li min peyda nabe. Sînorên vînê, di warê biyolojîk de tişta bedena mirov pê re rû bi rû dimîne û bêwatebûyîna birçîbûnê..."    ‘TECRÎD DIXITIMÎNE'    Yayik, bi vê tecrîdê hemû gelên Rojhilata Navîn tên tecrîdkirin û got: "Çalakiya Leyla Guven û yên li girtîgehê, niha li tevahiya cîhanê belav dibin. Ev çalakî bersiva tecrîdê ye. Tecrîda heyî tenê ne li ser kesekî ye. Li dijî kesekî ku li qada navdewletî rola wî ya siyasî tê zanîn û ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn xwedî roleke diyarker e tê kirin. Loma em li dijî tecrîdê ketin grevê. Her wiha tecrîd, diyardeyeke ku dibe sedeam xitimandinê. Eger tecrîd rabe, wê rê li ber gelek tiştan vebe."   ‘REWŞA MIN BAŞ E'    Yayik, destnîşan kir ku ew ê bi çalakiya xwe tecrîdê bişikînin. Yayik, ji bo tenduristiya xwe jî diyar kir ku baş e û got: "Lê di rojên pêş de wê çi bibe nizanim. Niha ji bilî nexweşîna min a bronşîtê ku car caran xwe nîşan dide tiştekî min tune ye."    Yayik, diyar kir ku ew vîtamînan digire, tansiyona wê tê kontrolkirin û got: "Peyama min a ji bo raya giştî, wekî ya rêxistinê û Hevala Leyla ye. Tenê ne gelê kurd, divê hemû gelên Tirkiyeyê bizanibin pêşeroja Birêz Ocalan û pêşeroja wan girêdayî hev e. Loma divê li gor vê xwedî helwest bin. Her wiha hêleke wijdanî ya vê meseleyê jî heye. Eger, wek divêtiyeke mirovbûnê herkes nêz bibe, wê ji bo raya giştî bêtir objektîf be. Helbest li divê pêşî sazî, rewşenbîr û demokrat rolê xwe bilîzin. Peywira peydakirina hayjêhebûnê dikeve ser milê wan."