Canbek: Li Tirkiyeyê gelek ziman mirin 2019-02-21 09:15:57 STENBOL – Endama Desteya Weşanê ya Rojnameya Jinepsê Serpa Canbek, destnîşan kir ku ji bo zimanek tim zindî be, divê zext û zorî li ser wî zimanî tune bin û got: "Li Tirkiyeyê, gelek ziman mirin. Niha em kesên ku zimanê xwe yê zikmakî diparêzin, di rewşeke têkçûyî de ne. Ji bo em ji vê têkçûyînê rizgar bibin, divê vîn û têkoşîneke hevpar hebe."  UNESCO'yê 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Lê belê, hîn jî gelek ziman bi polîtîkayên hişk tên çewisandin. Li Tirkiyeyê jî gelek ziman li ber mirinê ne û bi xetereya tunebûyînê re rû bi rû ne.    Endama Desteya Weşanê ya Rojnameya Jinepsê Serpa Canbek, diyar kir ku ji bo zimanek zindî be, divê dînamîkên jiyanê bi wî zimanî bên ragihandin û ji bo vê jî divê zext û zoriyên li ser zimanan bi dawî bibin. Canbek, destnîşan kir ku li welatên ku pirçandî û prinasnameyî esas tên girtin li gel zimanê serdest, zimanên din jî tên hînkirin. Canbek got: "A rast zimanê zikmakî tenê ne amûreke ragihandinê ya di navbera civakan de ye, ji bo ragihandina nirxan jî hewce ye. Ziman dişibin mirovan, dişibin ruh û hestên mirovan. Loma her ziman hinekî har e, hinekî sekan e. Di jiyana çerkezan de, tişteke girîng jî ziman bû. Dibêjim 'bû', çimkî li Tirkiyeyê gele ziman êdî ji ber asîmalasiyonê û bicihbûna belawela hatin jibîrkirin. Mesela, li vê xakê ûbihcayî hat jibîrkirin. Wexta em ber bi raboriyê ve biçin, em dibînin ku li têketina gundên me lewheyên li ser 'bi tirkî biaxivin' nivîsandiye hene."    ‘GELEK ZIMAN MIRIN'    Canbek, bilêv kir ku li cem çerkezan navê binemalan tiştekî pir girîng e û got: "Navê binemelan, xwed dispêrin rabirdûyê. Mirov bi wan dizanin ku ji kîjan binemalê ne û bi vê rêyê xizmên xwe dibînin. Lê çi bû? Qanûna paşnavan anîn. Li ser lewheyan paşnav hatin nivîsandin û kî çi hilbijartibe ew hatiye nivîsandin. Kesên ji heman binemalê paşnavên cuda hilibjartin, şopa hev winda kirin. Ev, perçeyeke asîmlasiyona li ser zimanê me ye. Her wiha hêla din jî, feraseta 'wexta zarokên me çûn dibistanê bila bi pirsgirêka devokê re rû bi rû nemînin' heye. Li gorî rapora ÛNESCO'yê 'Ger hûn fêm nekin hûn ê çawa hîn bibin?', ji nifûsê cîhanê tenê ji sedî 40 bi zimanê xwe yê zikmakî tê perwerdekirin." Canbek, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek ziman mirin û got: "Niha em kesên ku zimanê xwe yê zikmakî û biratiya gelan diparêzin, di rewşeke têkçûyî de ne. Ji bo em ji vê têkçûyînê rizgar bibin, divê vîn û têkoşîneke hevpar hebe."   ‘JI BO DÎASPORAYA TIRKIYEYÊ REKOR E'    Canbek, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê dîroka çapemeniyê ya çerkezan jî xwe dispêre demeke dûr û dirêj, lê belê ev dem car caran hatiye qutkirin. Canbek, destnîşan kir ku Jineps ji ber vê rewşê derketiye holê û got: "Armanca me ya sereke ku em der barê çerkezan de nûçeyan ragihînin çerkezan. Armanceke me ya din jî, êş û azarên li dîasporayê kişandine bi gelên din re parve bikin. Rojnameya me li ser vê asasê derket û 14 sal in bênavber weşana xwe dike. Li Tirkiyeyê, ji bo gelên kafkasyaya bakur tekane rojname Jineps e. Li Tirkiyeyê heta niha der barê weşanê de em bi tu pirsgirêkan re rû bi rû nemane. Lê di warê polîtîkaya weşanê de pirsgirêk hene. Mesela, me nûçeyek der barê Hrant Dînk de çêkir. Hin kes telfon kirin gotin 'çi karê we bi Hrant re heye, ma hûn ne dengê çerkezan e.' Heta ji ber vê hejmara aboneyên me kêm bûn. Lê dîsa jî me dev ji xeta xwe berneda."    Canbek, destnîşan kir ku ew rastiyên çerkezên li dîasporaya Tirkiyeyê ne, bi xwendevanên xwe re parve dikin.    MA / Ferhat Çelik