'Teqemeniyên ne teqiyayê tevlî kavilan dibin' 2017-11-06 11:14:04 MÊRDÎN - Bavê zarokê O.Y. ê li Nisêbînê cismek di destê wî de teqîya û birîndar bû Abdulcelîl Y., diyar kir ku cismên teqemeniyê yên li herêmê bi kavilên xaniyên hatin xerakirin re dibin cihek din dîsa gefê li jiyana wan dixwe û xwest herêm bê paqijkirin.  Li navçeya Nisêbînan Mêrdînê piştî îlankirina qedexeya derketina derve, li taxên ku bi sedan mal wêran bûn, cismên neteqiyayê gefên mezin li jiyana mirovan dixwin. Nêzî Kolana Yasemîn a Taxa Yenîşehîra Nisêbînê di 04’ê Mijdarê cismek di destên zarokên N.Y, Y.Y. û O.Y. teqiya û birindar bûn. Ji bo dermankirinê Y.Y. û O.Y. şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçê û N.Y. bi giranî birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Zarokên bi navê Y.Y. û O.Y. piştî dermankirinê, nexweşxanê şandin malê û N.Y. jî hîna li nexweşxanê tê dermankirin.  Bav Abdulcelîl Y. ê 35 salî, bal kişand ser pevçûnên di dema qedexeya derketina derve û wiha axivî: “Talûkeya  li taxê hîna didome. Hîna li herêmê gelek muhîmatên teqemeniyan hene. Teqemeni di nava kavilên xaniyên hatin xerakirin de hene. Dema kavilên xaniyan dibin ciheke din vale dikin, bi van kavilan re cismên ne teqiyayî jî dicin."    Abdulcelîl Y., anî ziman ku ligel hemû talukeyan ew destûrê dibe zarokên wî derve de bilîzîn û wiha got: “Ma dê zarok li ku derê bilîzin. Kolan qada jiyana zarokane. Divê muhîmatên neteqiyayê ji herêmê paqij bikin. Ji bo vê yekê divê rayedar bixebitin.”