‘Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê' 2019-02-21 09:14:42 STENBOL – Ji mamosteyên Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyup Sûbaşi, destnîşan kir ku li ser kurdî zext û zorî tim hene û got: "Ji bo mirov zanibe ka li welatekî demokrasî heye, divê mirov li nêzîkatiya wî welatî a ji bo zimanan binere."  UNESCO'yê 21'ê Sibata 1999'an wekî Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê îlan kir. Li cîhanê 6 hezar ziman hene û piraniya van zimanan li ber mirinê ne. Yek ji zimanê ku bi polîtîkayên asîmlasiyonê re rû bi rû dimîne jî kurdî ye. Ji mamosteyên Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyup Sûbaşi, bal kişand ser zext û zoriyên li ser kurdî.    Sûbaşi, destnîşan kir ku ji salên 1990'î ve dozaja zext û zoriyên li ser kurdî neguheriye û got: "Car caran ev çewisandin guherîn, lê belê li ser kurdî tim û tim hene. Çimkî, kurdî wekî mafekî nehatiye naskirin û qebûlkirin. Tenê tê gotin 'zimanekî bi navê kurdî heye.' Lê di fermiyetê de ji bo kurdî mafek jî tune ye. Ev jî awayekî êrîşê ye. Ger hebûna tiştekî neyê qebûlkirin, ew tê wateya ku êrîş û çewisandinên li ser ziman dewam dikin."    PIŞTÎ TAYÎNKIRINA QEYÛMAN    Sûbaşi, bal kişand ser êrîşên piştî îlankirina Rewşa Awarte rû dan û got: "Piştî qeyûm hatin tayînkirin, kreş û dibistanên bi kurdî hemû hatin girtin. Her wiha sazî û dezgehên der barê kurdî de dixebitîn jî hatin girtin. Jixwe qeyûman ewil êrîşî kurdî kirin. Hema bêje tabeleyên bi kurdî hemû hatin rakirin. peykerê Ehmedê Xanî rakirin. Ev jî nîşan dide ku; li ser kurdî êrîşên sîstematîk hene. Ev êrîş beriya qeyûman jî hebûn. Lê piştî qeyûm hatin tayînkirin bêtir xuya kirin."    Sûbaşi, bilêv kir ku ji bo mirov zanibe li welatekî demokrasî heye, divê pêşî li nêzîkatiya wî welatî ya ji bo zimanan binere û got: "Niha polîtîkaya dewletê çî ye? Polîtîkaya yek ziman, yek netew e. Ger polîtîka ev be, ev tê wateya tu êrîşî zimanên din dikî. Niha bi milyonan kurd û gelên din ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in."    'MAFÊ ZAROKAN TÊ BINPÊKIRIN'   Her wiha Sûbaşi, bal kişand ser Peymana Mafên Mirovan a Zarokan a Neteweyên Yekbûyî jî û got: "Di peymanê de tê gotin 'divê her zarok bi zimanê xwe yê zikmakî bê perwerdekirin.' Niha gelek zarok ji vî mafî bêpar in. Ev jî tê wateya ku tu mafê van zarokan bin pê dikî. Kurd û zarokên gelên din bi zimanê xwe perwerde nabin. Ev jî nîşaneya ku li Tirkiyeyê mafên zarokan nayê hesibandin."    ‘DIVÊ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ'    Sûbaşi, anî ziman ku divê dewlet dev ji vê siyaseta xwe berde û got: "Divê hebûna kurdan û gelên din qebûl bike. Wexta hebûna wan bê qebûlkirin wê siyaset jî biguhere. Divê dewlet bizanibe, Tirkiye tenê ne ya tirka ye. Divê gelên din jî bibîne. Divê hebûna kurdan, laz, ermenî û gelên din bê qebûlkirin û ji bo vê gavine pratîk bên avêtin. Bêyî vê jî em dikarin li qadan bêjin 'em bira ne', lê belê wê ji bo ziman tiştek neguhere. Ji bo zimanan pêdivî bi mîsgerkirinê heye û divê bi awayekî fermî bên qebûlkirin."    Sûbaşi, destnîşan kir ku ji bo talûkeya li ser kurdî bê rakirin, divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.    MA / Sadiye Eser