'Biryara dadgehê ji bo dozên îstismarê emsaleke xirab e' 2019-02-21 09:13:52 COLEMÊRG - Li Geverê, cerdevan Sedat E. du zarok îstismar kiribûn, lê belê bi awayekî negirtî tê darizandin. Parêzer Harîka Karataş, bertek nîşan da û got, dadgehê beyanên şahidan û daneyên zanistî esas negirtine û biryareke ku dê bibe cihê emsaleke xirab daye.  Li bajaroka Xirvatê ya Gevera Colemêrgê, cerdevan Sedat E. du xwişkên hev ên 6 û 12 sal îstismar kiribû. Danişîna dozê ya 4'an di 19'ê Sibatê de li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê pêk hat. Dadgehê, der barê Sedat E. de diyar kir ku divê darizandina wî ya bi awayekî negirtî dewam bike. Parêzer Harîka Karataş, biryara dadgehê nirxand û got, ev biryar wê ji bo dozên bi vî rengî bibe emsaleke xirab.    ‘DADGEHÊ DELÎL ESAS NEGIRTIN'    Bûyer, di 25'ê Gulana 2018'an de derket holê. Piştî bûyerê Sedat E. hat girtin û 7 mehan di girtîgehê de ma. Karataş, destnîşan kir ku biryara darizandina bi awayekî negirtî tê wateya "fihêtkirina zilam". Karataş, da zanîn ku di dosyeyê de delîl pir in, lê belê dîsa jî dadgehê biryareke wisa daye. Karataş got: "Rapora Tiba Edlî, her tiştî aşker dike. Beyanên şahidan û daneyên zanistî jî her tiştî nîşan dide. Dadgehê biryareke derî hiqûqê daye." Karataş, anî ziman ku bersûc tev li danişînê jî nebûye û li cihê ku wek navnîşan nîşan kiriye jî ne li wir e, lê belê dadgehê ev yek hemû piştguh kirin.    ‘EMSALEKE XIRAB'    Karataş, diyar kir ku biryara ku dadgehê daye, wê ji bo bûyerên bi vî rengî bibe cihê emsaleke xirab û got: "Ev, emsaleke xirab e. Wê ev yek tesîrê li dozên bi vî rengî bike."    BANG LI JINAN KIR    Dayika zarokan N.E., anî ziman ku biryara dadgehê rê li ber îstismarkirinê vedike û got: "Ev qas delîl hene, lê belê bersûc bi awayekî negirtî tê darizandin. Ev biryar rê li ber îstismarkirina zayendî vedike. Ên hatin îstismarkirin tenê ne zarokên min in, zarokên hemû jina ne. Ji bo piştevaniyê em bang li hemû jinan dikin. Kesê zarokên min îstismar kir niha li derve ye û dibe ku hin zarokên din jî îstismar bike. Divê jin bên cem hevdu û çi hewece em bikin. Bila jin xwedî li zarokên min derkevin."    MA / Fethi Balaman