'Piştî greva birçîbûnê, zextên li ser girtiyan zêde bûn' 2019-02-21 09:12:29   ÎZMÎR - Ramazan Yavûz ku 15 roj berê ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê hat berdan, diyar kir ku li Girtîgeha Şakranê serdana kurê xwe kiriye, lê li girtîgehê zext û zoriyên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zêde bûne.    Ramazan Yavûz, ku 15 roj berê ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê hat berdan, anî ziman ku ew çûye Girtîgeha Jimare 4 a Şakranê û serdana kurê xwe Ronî Yavûz kiriye. Bav Yavûz, bilêv kir ku li girtîgehê zext û zoriyên li ser girtiyan û malbatan didomin.    Yavûz, destnîşan kir ku wexta di girtîgehê de bûye zext û zoriyên li ser girtiyan zêde bûne. Yavûz, anî ziman ku nexasim jî di dema hevdîtinê de tahde li girtiyan dihat kirin û got: "Li pêlavên girtiyan dinerîn. Dixwestin girtî pêlavên xwe derxin. Kesên ev yek qebûl nedikir j, der barê wan de lêpirsîn dihat destpêkirin."    Yavûz, bilêv kir ku piştî hatiye berdan du caran serdana kurê xwe yê girtî kiriye û got: "Di dema hevdîtinê de ji malbatan kesên li ser gomlek qazax li xwe dikin, tê xwestin ku qazaxên xwe derxînin. Tevî qazax nahêlin têkevin hundur. Malbatên li dijî vê derdikevin jî, cezayê hevdîtinê li wan tê birîn. Hefteya borî, malbatek ji Edeneyê hatibû. Sirf di paşnavê zarokekî yeksalî de tîpek cuda heye, nehiştin têkeve hundur. Piştî vê dayik jî ji mecbûrî nikaribû têkeve hundur. Ma wê dayik zarokê xwe yê yeksalî danîna cem kê? Em çûn cem dozgerê girtîgehê, lê nehiştin. Dozger got 'înîsyatîf a karmenda ye. Ez nikarim daxil bibim.' Ji ber rewş wiha ye, malbatên bi hezaran kîlometre ji dûra tên, şik û gumana ku wê wan nexin hundur li wan peyda dibe."    Yavûz, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan jî û destnîşan kir ku li girtîgehê, ji ber grevên birçîbûnê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde bûne û ji bo girtî dev ji çalakiya xwe berdin, îdareya girtîgehê her cure rêbazî dixe dewrê.