Nijadperestên êrîş kirin û bustê Ataturk dan maçîkirin, hatin xelatkirin 2019-02-21 09:11:53 MÛGLA -  Di 2015'an de li Mûglayê, Îbrahîm Çay bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû mabû û paşê nîjadperestan bustê Ataturkê pê dabûn maçîkirin. Danişîna dozê hat dîtin û 7 bersûc hatin darizandin û cezayê wekî xelatê li wan hat birîn.  Di 8'ê Îlona 2015'an de li Mûglayê, Îbrahîm Çay bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû mabû û paşê nîjadperestan bustê Ataturk pê dabûn maçîkirin. Bi îdiaya Çay, li Hakan Tosûnê ku xwest wî lînç bike "gef xwariye", 5 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.    Der barê 16 bersûcan de biryara neşopandinê hat dayîn û der barê 7 kesên ku Çay lînç kirin de jî bi tawanbariya "binpêkirina azadiya kes" doz hatibû vekirin û hatibû xwestin ku ji 4 salan heta 19 salan bên cezakirin.    Piştî, Serdozgeriya Komarê ya Fethiyeyê der barê kesên bersûc de biryara neşopandinê da, parêzerê Çay, Mehmet Altûntaş îtiraz kir. Dozgeriyê jî daxwaznameya îtirazkirinê nirxand û careke din der barê bersûcan de biryara neşopandinê da.    Her wiha dozgeriyê, êrîşa nîjadperest qebûl nekir û der pêş kir ku tu êrîşeke ku bibe cihê sûc nehatiye kirin.    7 KES HATIN DARIZANDIN    Tevî vê dozgeriyê, bi tawanbariya "destnedayîna avahiyê", "binpêkirina azadiya kes" û "birîndarkirina biqesdî" lêpirsîn da destpêkirin û paşê li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Fethiyeyê doz hat vekirin. Doza der barê 7 kesan de 3 salan dewam kir.    NE CEZA, HATIN XELATKIRIN    Dadgehê di 15'ê Mijdara 2018'an de biryara xwe ya der barê 7 bersûcan de aşkere kir û ji tawanbariya "destnedayîna avahiyê" biryara beraatê da. Bi tawanbariya "binpêkirina azadiya kes" li her bersûcekî 3 sal û çar meh û bi tawanbariya "birîndarkirina biqesdî" jî li her bersûcekî 11 meh û 20 roj ceza birî, lê belê cezayê 11 meh û 20 rojî veguheranda cezayê pereyî. Her wiha dadgehê ji ber qeyda sabiqeya 3 bersûcan tune ye ceza li wan birî taloq kir û 7 lîre cezayê pereyî yê li 4 kesên din jî kir 24 texsît.    DOSYE JI ÎSTINAFÊ RE HAT ŞANDIN    Parêzerê Çay, îtirazî vê biryarê kir û dosyeyê ji Dadgeha Îstinafê ya Îzmîrê re şand. Di îtirazê de hat destnîşankirin ku divê biryara dadgeha herêmî bê rakirin û ji bo ji nû ve darizandin dest pê bike hemû kêmasiyên dosyeyê bên temamkirin.    Her wiha, Çay jî ji doza "propagandaya rêxistinê" beraat kir.   MA / Nimet Olmez