2 piştgiriyên Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin 2017-11-06 11:03:16 ENQERE - Li dijî çalakgerên Kolana Yukselê yên "Em karên xwe paşve dixwazin" di saetên serê sibê de operasyon pêk hat. Di serdegirtina malan de 2 piştgiriyên Gulmen û Ozçakça hatin binçavkirin.  Polîsan serê sibê li dijî çalakgerên Kolana Yukselê yên "Em karê xwe paşve dixwazin" ku piştgiriyê didin Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça operasyon pêk anî. Polîsan di serdegirtina malan de Sultan Aydogdu û Pinar Kuranel  binçav kirin. Polîsan Aydogdu û Kuranel piştî binçav kirin birin Midûriyeta polîsan a Enqereyê. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn.