ROJEVA 21'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-21 09:00:52 * Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Ebdî, diyar kir ku şerê eniyê yê bi DAÎŞ'ê re xelas bû û ji bo tunekirina DAIŞ'ê ya hişmendî û bîrdozî stratejiyek nû diyar kirine. Ebdi, bal kişand ser herêma 'Ewlehiyê" û wiha got: "Ger ku aramiya herêmê bê mîsogerkirin û di serî de Tirkiye û hêzên derve êrîş nekin û hêzên li herêmê bibin xwedî biryar, wê demê em dikarin Projeya Herêma Ewle qebûl bikin.  * Seyhan Kûrt ku li Girtîgeha Tîpa T a Tekirdagê tevî 10 hevalên xwe 67 roj in di greva birçîbûnê de ye, bang li herkesî kir ku ji bo azadiya Ocalan bibin li dor çalakiyê bibin xelek û got: "Moralê me xurt e, em bihêz in û em ê bi ser bikevin."    *  Di 2015'an de li Mûglayê, Îbrahîm Çay bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû mabû û paşê nîjadperestan bustê Ataturkê pê dabûn maçîkirin. Di doza hat destpêkirin de, 7 bersûc hatin darizandin lê belê cezayê li wan hat birîn, hêjayî gotinê ye ku ji cezakirinê wêdetir, bersûc hatine xelatkirin.    * Ramazan Yavûz ku 15 roj berê ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê hat berdan, diyar kir ku li Girtîgeha Şakranê serdana kurê xwe kiriye, lê belê li girtîgehê zext û zoriyên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zêde bûne.    * Mûstafa Kartal ku di dema 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê ketibû greva birçîbûnê, ji bo Leyla Guven û çalakiya wê ya greva birçîbûnê: "Wexta kes bi nirxên xwe û bîrdoziya xwe re dibe yek, êdî ew beden ji 'ez'bûnê derdikeve, ji bo pêşeroja civakiyî dijî."    * Li Geverê, cerdevan Sedat E. du zarok îstismar kiribûn, lê belê bi awayekî negirtî tê darizandin. Parêzer Harîka Karataş, bertek nîşan da û got, dadgehê beyanên şahidan û daneyên zanistî esas negirtine û biryareke ku dê bibe cihê emsaleke xirab daye.    * Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir ku mafê herî xwezayî yê gelê kurd ew e ku bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin. Endamê Platformê Hayrettîn Altun jî got: “Bila kes nebêje zimanê kurdî ne qedexe ye.”    * Mamosteyê zimanê kurdî Abdurrahman Bakir got heke mirovek bi zimanê xwe nizanibe ji bin bindestiya derûniyê dernakeve. Mamoste Îbrahîm Halîl Taş jî anî ziman ku gotinên "cudahiyên me dewlemendiya me ye" yên hikumetê ji bilî derewiyê ne tiştekî din e.    * Ji mamosteyên Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyup Sûbaşi, destnîşan kir ku li ser kurdî zext û zorî tim hene û got: "Ji bo mirov zanibe ka li welatekî demokrasî heye, divê mirov li nêzîkatiya wî welatî a ji bo zimanan binere."    * Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bûrsayê di greva birçîbûnê de ne, diyar kir ku tu hêleke hiqûqî ya tecrîdê tune ye û gotin: "Heta tecrîd bi dawî nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin."    * Endama Desteya Weşanê ya Rojnameya Jinepsê Serpa Canbek, destnîşan kir ku ji bo zimanek tim zindî be, divê zext û zorî li ser wî zimanî tune bin û got: "Li Tirkiyeyê, gelek ziman mirin. Niha em kesên ku zimanê xwe yê zikmakî diparêzin, di rewşeke têkçûyî de ne. Ji bo em ji vê têkçûyînê rizgar bibin, divê vîn û têkoşîneke hevpar hebe."    * Hediye Yayik ku li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Divê rewşenbîr û demokrat rola xwe bilîzin."    * Gelê Dersimê, qeyûmê hatiye tayînkirin wekî "dagirker" pênase kirin û diyar kirin ku ew li benda 31'ê Adarê ne ku dawî li vê rewşê bînin.    * Danişîna doza rojnameger û Gerînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Aykol û Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatip Dicle dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna doza Rojnameger Pelin Unker a têkildarî nûçeya der barê Berat Albayrak de dê li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza bê dîtin. (09.40)   * Hêzên Demokrasiyê dê têkildarî hilbijartina 31'ê Adarê dê li avahiya TMMOB'ê ya Taksîmê civîna çapemeniyê pêk bînin. (10.00) * Yekîneya Mafê Jinan a Baroya Mêrsînê dê têkildarî cînayetên jinan li pêş Edliyeya Mêrsînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11:00)   * Jinên Platforma Şaxan a KESK’ê dê têkildarî hilbijartina 31'ê Adarê li salona Civînê ya KESK'ê "Belgeya helwestê" bi raya giştî re aşkere bikin. (11:00)   *  Danişîna doza 5 jê girtî 14 xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku hat girtin dê li 23’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê ditin. (11.30)   * Ji bo cezayê rojnamegerên Cumhuriyetê ku hat erêkirin dê li pêş Edliyeya Çaglayanê "Nobeta Edaletê" bê girtin. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê, dê têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê zikmakî li Parka Înonu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Platforma Ziman a Kurdî dê têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê zikmakî li avahiya PSK'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00-13.00)   * Odeya Tabiban a Amedê, dê têkildarî 21'ê Adarê Roja zimanê zikmakî ya Cîhanê dê daxuyaniyê bidin çapemeniye. (12.30)   *  Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê têkildarî 21'ê Sibatê Roja zimanê zikmakî ya cîhanê li Navçeya sûrê pirtûka "Peymana Mafên Zarokan a NY'ê" ya bi kurdî, tirkî û erebî li zarokan belav bikin. (13.00)   * Komeleya Lêkolînên Kurd, dê têkildarî 21'ê Sibatê li avahiya xwe ya Taksimê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)