Îdîanameya derbarê Osman Kavala de hat amadekirin pêşkêşî dadgehê hat kirin 2019-02-20 17:05:46   STENBOL - Îdîanameya derbarê 16 kesên di nav de Karsaz Osman Kavala jî heyî ya têkildarî çalakiyên Parka Gezî de hat amadekirin û ji bo bersûcan cezayê muebeta giran tê xwestin. Lêpirsîna darbarê 16 kesên din av de Karsaz Osman Kavala jî heyî, ya têkildarî çalakiyên Parka Gezî temam bû. Di îdîanemaya hat amadekirin de, ligel Osman Kavala, navê Can Dundar, Memet Alî Alabora, Ayşe Pinar Alabora, Handan Meltem Arikan, Hanzade Hîkmet Germiyanoglu, Înanç Ekmekçî, Mîne Ozerden, Şerafettîn Can Atalay û Taytûn Kahraman jî cih digirin.     Serdozgeriya Komarê yê îdîaname amade kir, ji bo 16 kesan bi îdîaya “Hikumeta Komara Tirkiyeyê ji holê rakirin, an jî erka wê asteng kirin” û  “Bûyerên Gazî finanse kirin” cezayê muebeta giran dixwaze.    Di îdîanameyê de ji bo Rojnameger Can Dundar û 6 bersûcên din biryara girtinê hat derxistin. Îdîanameya ji 657 rûpelan pêk tê, ji bo 30’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat şandin.