Temellî Leyla Guven ziyaret kir: Bila hikûmet li gorî zagonên xwe tev bigere 2019-02-20 16:58:45   AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 105'emîn de berdewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li malê çalakiya xwe berdewam dike ziyaret kir û wiha got: "Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di duriyana hemmû pirsgirêkan de ye. Em ji hikûmet û wezareda dadê dixwazin ku li gorî zagonên xwe tev bigerin."    Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 105'emîn de di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Leyla Guven li mala wê ya li Taxa Bagcilar  a Taxa Rezan a Amedê ziyaret kir. Temellî li gel parlamenterên HDP'ê Semra Guzel, Remziye Tosun û Saliha Aydeniz, Hevserokê HDP'e yê Amedê Mehmet Şerif Çamci û namzetên hevşaredaran Guven ziyaret kir. Temellî piştî Guven li malê ziyaret kir daxuyanî da çapemeniyê.    TEMELLÎ: GUVEN JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ BI BIRYAR TÊDIKOŞE   Temellî, anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo şikandina tecrîdê bi biryar 105 rojin têkoşîna xwe berdewam dike û wiha got: “Seroka me Leyla ji bo şikandina tecridê bi biryar û israr têdikoşe. Bi biryarî têkoşîna xwe didomîne. Silav û hurmetên xwe li gelê Tirkiye kir. Bi vê têkoşînê aştî û demokratîkbûna gelê Tirkiye û cemaweriya Tirkiye dixwaze. Ji ber ku li Tirkiye tecrîd didome bê hiqûqî jî berdewam dike. Bê hiqûqî li her dera tirkiye belav Bûye. Ji ber şer aştiya civakê hildiweşe."   ‘EM DENG BIDIN DENGÊ LEYLA GUVEN'   Temellî, anî ziman ku êdî li Tirkiye qala aştiya civakî nayê kirin û wiha lê zêde kir: “Rejîma otorîter êrîşî gelan û mafê gelan dike. Ne tenê Leyla Guven, li Tirkiye zêdeyî 300 girtî di greva birçîbûnê de ne. Seroka me Sebahat, Selma Irmak û li gelek welatên cîhanê çalakger di greva birçûbînê de ne û dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Gotina me ya hevpar aştî, demokrasî ye. Rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Lê li Tirkiye gavên demokratîkbûnê nayên avêtin. Di nava siyaseta demokratîk de çareserî nayê pêşxistin. Divê her kes bêtir deng bidin dengê Leyla Guven û guh bidin daxwazên wê."     'DEMEK BERÎ DEMEKÊ ZAGONÊN XWE PÊK BÎNIN'   Temellî, bang li hikûmetê û wezareta dadê jî kir û xwest demek berî demekê zagon û qanûnên xwe têxin meriyetê û li gorî zagonên xwe tev bigerin û wiha bi dawî kir: "Diveê demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê her kes hestiyar tev bigerin. Em dixwazin Wezareta Dadê demek berî demekê zagonên xwe têxin meriyetê û tecrîdê bi dawî bikin. Em dixwazin li gorî zagonên xwe tevbigerin. Divê bi lez tecrîda mutlak a li Îmraliyê bi dawî bikin. Bila malbat û parêzer bi rêk û pêk hevdîtin bikin. Divê êdî hevdîtina malbat û parêzeran neyên astengkirin. Tecrîd li duriyaniya pêş hemû pirsgirêkan e. Divê her kes erk û berpirsiyariya xwe pêk bîne.    Niha mamosteya me Şebnem Korur Fincanci li gel Birêz Leyla ye. Tenduristiya wê lêkolîn dike. Dê piştre têkildarî mijara tibbî daxuyaniye bide. Tenduristiya wê di rewşek xirab de ye. Divê her kes ji bo wê demek berî demekê gavan bavêajin.    Di roja 100'emîn a çalakiya Guvne de hestiyarek derket holê. Her çend ji bo Wezîrê Karên Hundir ji bo deng neçe her tiştî bike jî deng çuye wî. ÎRo 105 rojin çalakî didome. Divê em dengê xwe bêtir bilind bikin û bêtir hestiyar tevbigerin. Ev ziyareta me hewldanek e. Em ji hikûmet û wezaretê dixwazin ku li gorî zagonên xwe tev bigerin. Tecrîd li pêş çareseriya hemû pirsgirêkan asteng e. Li pêş çareseriya hemû pirsgirêkên kurd asteng e.    Em bêdengiya DMME û CPT’ê jî rexne dikin. Li Ewropa gel li ser piyan e. Divê saziyên Ewropa jî deng bînin xwe."