Li Derazorê bi sedan DAIŞ’î teslîm bûn 2019-02-20 16:11:37 DERAZOR - Li Derazorê, operasyona QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê dabû dest pêkirin ber bi dawî ve diçe û di saetên serê sibê de gelek DAIŞ’î teslîm bûn.    Li bajarê Derazor a Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Hemleya Firtûneya Cizîrê ya li dijî DAIŞ’ê dabûn destpê kirin, gehişt merheleya dawî. Operasyon li qadeke biçûk a gundê Baxozê ya bajaroka Hecîn a Derazorê pêk tê.    Di çarçoveya operasyonê de, di saetên serê sibê de, sivîl jî dinav de bi sedan DAIŞ’î nêzî sînorê Iraqê teslîmî hêzên QSD’ê bûn. Hêzên QSD’ê kesên ku bi qemyon û wesayîtên baran ji qada şer derxistin birin qadên bi ewle. Di konvoya ji 50 wesayîtan pêk hat de, ligel endamên DAIŞ’ê, jin, zarok, pîr û kal jî hene.