100 kes li Dêrikê ketin grevê 2019-02-20 16:10:33   QAMIŞLO - Kongreya Star a Dêrikê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin" ji bo piştgiriya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven re li Dêrikê konê çalakiya greva birçîbûnê veda.   Çalakiyên konê greva birçîbûnê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi însiyatîfa Kongreya Star ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku  105 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, didome. Li gori nûçeya ANHA Kongreya Star li bajarê Dêrikê konê greva birçîbûnê veda. Tê payîn ku çalakî 3`ê rojan bi beşdarbûna şêniyên ji herêma Dêrık, Koçerat û Beravê dewam dike. Bi sedan şêniyên herêma Koçerat îro sibehê berê xwe da konê çalakiyê ku li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrîkê hatiye vedan. Kon bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û pankartên "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û li ser rêya neteweya demokratîk bimeşin" daliqandin. Di roja yekemîn de 100 kes ku 70 jê jin in, tev li grevê bûn. Endama rêveberiya Kongreya Star Wesfê Murad li vir daxuyanî da û wiha got: "Ev 20 sal e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zindanên dewleta Tirk faşîst de li ber xwe dide. Tecrîda giran ne tenê li ser kesayeta Ocalan e, ew li ser hemû gelên bindest û azadîxwaz e. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe bilind bikin û vê yekê qebûl nekin. Em berxwedana têkoşer Leyla Guven, Nasir Yagiz û rêhevalên di greva birçîbûnê de silav dikin û soz didin em ê piştgiriya wan bikin."    Beşdarvanan ji şêniyên herêma koçerat re stranên folklorîl ji çanda Koçerata pêşkêş kirin. Çalakvanên grevê ji ajansa me re axivîn. Şênî Ebo Zêd jî piştgiriya xwe anî ziman û wiha got: “Em piştgiriya çalakiya Leyla Guven û hevrêyên wê dikin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin û daxwazên wan pêk bînin.”    Şênî Behzed Îbrahîm jî teqez kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan kedeke mezin da, ji ber vê yekê divê ew jî bi erka wijdanî û mirovî ya ku dikeve ser milê wan, bînin cih.