Dolmîşa karkeran qelibî: 4 kesan jiyana xwe ji dest da 2019-02-20 15:34:12   MÊRSÎN - Li Navçyea Silîfke dolmîşa karkerên çandiniyê dibir kazaya trafîkê kir û 4 kesan jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Atayurt a Navçeya Silîfke ya Mêrsînê dolmîşa karkerên çandiniyê dibir qelibî. Bi qelibandina dolmîşê re di kazaya trafîkê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest da.    Hat zanîn ku gelek karkerên din jî birîndar bûne.