Malbatên xizmên wan di greva birçûbûnê dene: Piştgiriyê bidin vê berxwedanê 2019-02-20 15:30:53   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîr û Sîlopî, malbatên girtiyên wan ên di greva birçîbûnê dene daxuyaniyek piştgirê dan û got: “Em piştgiriyê didin vê berxwedana mirovî. Daxwazên wan daxwazên mene.”   Li navçeyên Sîlopî û Cizîrê yên Şirnexê, malbatên xizmên wan di girtîgehan dene, bi armanca balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan bi tevlîbûna bi sedan girtiyan destpê kir û berdewam dikin, civîna çapemeniyê li dar xistin.    Malbat li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Sîlopî kom bûn û parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr piştgirî da malbatan.    Hevseroka HDP’ê ya Sîlopî Fatma Gunduz, di civînê de axivî û wiha got: “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 105’an û ya 300 girtiyan jî di roja 67’an de berdewam dikin. Girtiyên binavê Omer Kabûl, Hakan Kûtlûk, Salîh Kûtlûk û Hamza Arzûman ên li Sîlopiyê jî di greva birçîbûnê dene. Em piştgiriyê didin vê berxwedana mirovî ya hevalên me destpê kirin. Daxwazên wan daxwazên mene. Em bang li Komîsyona Mafê Mirovan a Ewropayê û CPT’ê dikin ku demildest balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûne. Divê zextê li Tirkiyeyê bikin ku berpirsiyartiya xwe bîne cih. Ji bo ku di girtîgehan de mirin çênebin, divê ev daxwazên wîjdanî û mirovî bên bi cih anîn.”   'EM LI PIŞT RAMANÊN ZAROKÊN XWE NE'   Dûre, dayika Omer Kabûl ê di greva birçîbûnê de Fadîle Kabûl, axivî û wiha got: “Em li pişt raman û doza zarokên xwe ne. Em li pişt daxwazên zarok û gelê xwe ne.”   ÎMÎR A HDP'Î: LINGEKÊ VÊ BERXWEDANÊ GELE   Piştî axaftina Fadîle Kabûl, parlementer Îmîr, bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha axivî: “Ziman û çanda gelê Kurd dibin zextan deye. Sedema van zextan, pêkanîna tecrîdê ya li Îmraliyê berdewam dikeye. Hevalên me yên di greva birçîbûnê de, hewl didin ji tarîtiya heyî re bibin ronahî. Xwedî li wan derketin, di heman demê de xwedî çand û nasnameya xwe derketine. Rewşa girtiyan di asta krîtîk deye. Ji bo ku em bedelên hîn mezintir nedin, divê em hîn zêdetir bibin dengên wan û vê tecrîd bi hevre bişkînin. Divê rojeva me ya sereke şikandina tecrîdê be. Em dizanin ku ger tecrîd bişike, emê qezenc bikin, ger tecrîd bişike dê demokrasî pêş bike. Lingekê vê berxwedanê gel bi xwe ye. Divê em dengên di greva birçîbûnê de bilindtir bikin. Divê em vî barî tenê li ser pişta girtiyan ne hêlin. Werin em bi têkoşînek hevpar vê tecrîdê bişkînin û em bibin dengê wan.”    ‘HÊZÊN NAVNETEWEYÎ ROLÊ SÊ MEYMÛNAN DILÎZIN’   Li avahiya HDP’ê ya navçeya Cizîrê jî, bi heman armancê civîn hat lidarxistin. Malbatên zarokên wan di greva birçîbûnê de, gelek endam û rêveberên partiyê beşdarî civînê bûn. Rêvebera HDP’ê Guler Tûnç di civînê de daxuyanî da û wiha got: “Zindan qadên herî girîng ên berxwedanê ne. Tecrîda li girtîgehan êdî hemû sînorên tehemûla exlaqî derbas kirine. Hêzên navneteweyî li dijî tecrîda li ser Ocalan rolê sê meymûnan dilîzin. Em weke malbatên girtiyan vê zilmê şermezar dikin. Em berxwedana mafdar a xizmên xwe diparêzin û em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”   Piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.