16 girtî ji Tarsûsê sewqî Mereşê hatin kirin 2019-02-20 15:30:17   EDENE - Navên 16 girtiyên ji Girtîgeha Tarsûsê sewqî Girtîgeha Jimara 2'an a Turkogluya Mereşê hatin kirin eşkere bû.    Li girtîgehan sewqên girtiyan didomin. Ji Girtîgeha Kampûsa Tarsûsê 16 girtî sewqî Girtîgeha Jimara 2'an a Tîpa L a Turkogluya Mereşê hatin kirin. Navên girtiyan hat hînbûn û hat zanîn ku di nava girtiyên hatine sewqkirin de girtiyên nexweş jî hene. Navên girtiyan wiha ne: "Huseyîn Erpolat, Firat Turgay, Mehmet Alî Alan, Mehmet Şerîf Dayan, Emanet Eneç (ji sedî 92 rapora wî heye), Roşhat Dilkiç (ji sedî 40 rapora wî heye), Azad Taş (ji sedî 40 rapora wî heye), Çagdaş Dogan (ji sedî 80 rapora wî heye û dê di 31'ê Adarê de bi awayek şer bê berdan), Vahdettîn Çoban (Di 6'ê Nîsanê de dê bi şert bê berdan), Îbrahîm Halîl Olçar, Ferît Çalan, Fehîm Îşbîlîr, Şiyar Say, Zekî Yildirim, Kerem Er, Kamuran Altin.”   Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Kamuran Altin di odeya tecrîdê de tê ragirtin û 15 girtiyên xistine qawîşa C-12.