Bertek nîşanî tacîza polîs dan: Nêrîna dewletê ya ji bo jinan diyar dike 2019-02-20 14:32:09   ÎZMÎR - Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, tacîza zayendî ya polîsê li dijî Merve Demîrel bi van gotinan nirxand:  “Nêrîna dewletê ya ji bo jinan diyar dike. Di heman demê de divê ÎHD pêvajoya hiqûqî bide dest pê kirin.”    Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Îzmîrê, derbarê xwendekara zanîngehê Merve Demîrel a di 16’ê Sibatê de, li Kolana Yuksel a Enqereyê di dema binçavkirinê rastî taciza polîsan hat de, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya komeleyê hat lidarxistin û endamên komîsyonê beşdar bûn.    Li ser navê komîsyonê Cemîle Karakaya daxuyanî da û wiha axivî: “3 roj berê xwendekara Zanîngehê Merve Demîrel a 21 salî, dema li Enqereyê ji aliyê polisan ve hat binçavkirin rastî tacîza polîsekî hat. Dîmenên tacîza polîsan ketibû ber wênekêş û kamerayan. Demirel piştî vê bûyerê duh li Edliyeya Enqereyê der barê polîs de li serdozgeriyê gilî kir. Ev bûyera tacîzê nêrîna dewletê ya li hemberî jinan diyar dibe. Ev tundiya hêzên ewlekariyê, tundî û îşkenceya dewletê ye. Ev nêzîkatiya dewletê ya biçûkxistina mirovane. Piştî dîmenên tacîzê derketin holê jî, dewletê polîsê tacîzkar parast û jina ku rastî tacîzê hat jî weke terorîst sûcdar kir.”    ‘DIVÊ PÊVAJOYA HIQÛQÎ DESTPÊ BIKE’    Karakaya, da zanîn ku di rewşek wiha de polîsan sûc kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em weke parazvanên mafên mirovan, van pêkanînên tundî û îşkenceyê yan li ser jinan qebûl nakin. Divê ev sûc bêceza nemîne û pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin.”