Baroya Wanê: EGM faîlên îşkencekar diparêz e 2019-02-20 14:31:21 WAN - Baroya Wanê têkildarî zarokên hatin îşkencekirin daxuyanî da û diyar kir ku Miduriyeta Giştî ya Emniyetê bi "parastina faîlan" tevger dike û ew ê dest ji têkoşîna li dijî îşkenceyê bernedin.    Baroya Wanê têkildarî 3 zarokên piştî hatin binçavkirin li Miduriyeta Şaxa Asayîşê ya Wanê hatin îşkencekirin, daxuyaniya Miduriyeta Giştî ya Emniyetê (EGM) û der barê baroyê de gilîkirina sûc daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parêzerên endamên Baroyê li ber Dadgeha Wanê kom bûn û daxuyanî dan. Namzeta Hevşaredariya HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan a endama baroyê ye û Hevserokê HDP'a Wanê Umît Dede yê endamê baroyê ye jî destek dan parêzeran.    Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar di daxuyaniyê de axivî û bûyera di 15'ê sibatê de bibîr xist û ji 11 zarokên hatin binçavkirin O.D., Ş.Y. û O.S. paş ve hatine kelepçekirin û bi qûndaxa çekê, kulm û pihînan li serî, çav û zikê zarokan dan e û îşkence li wan hatiye kirin.    ‘PEYMAN HATIYE BERALÎKIRIN'    Uçar diyar kir ku piştî 3 rojan a îşkenceyê û muameleya xerab îfadeyên zarokan hatine girtin û got: "Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hatiye beralîkirin. Bi awayek bêhiqûq û bêhêcet dema binçavkirina wan hatiye dirêjikirin."    'DOZGER HÊJ NEKETIYE TEVGERÊ'    Uçar da zanîn ku wan têkildarî îşkence û muameleya xerab li zarokan hatiye kirin li Serdozgeriya Komarê ya Wanê giliyê sûc kirine û dozgerî ji bo mijarê hêj neketiye tevgerê.    ‘DIXWAZE FAÎLAN BIPARÊZ E'    Uçar bal kişand ser daxuyaniya Miduriyeta Giştî ya Emniyetê û wiha got: "Bi daxuyaniyê baro û endamên wê krîmînalîze dikin. EGM bi parastina faîlan tevger dike. Ev daxuyaniya wan jî derûniya sûcdariyê tevger dike. Pir aşkere ye ku daxuyaniya rastiya ji holê radike. Daxuyanî jî ne tesadufî ye. Mafê parastinê ya parêzeran jî tê astengkirin. Ji ber baroya me li dijî îşkenceyê û muameleya xerab derdikeve bi sedema 'helwesta destekê dide rêxistina terorê' der barê baro û endamên baroya me de giliyê sûc hatiye kirin. Gilîkirina sûc a EGM'ê niximandina ser heqîqetê ye û dixwaze faîlên îşkence kirin e biparêz e. Em ê wek baroya bedela wê çi dibe bila bibe tu demê tawîz nedin û li dijî îşkence û muameleya xerab li têbikoşin. Em bi daxuyaniyê wek yên EGM'ê jî bêdeng nabin, bila viya baş bê zanîn."