Serokê AKP'ê yê navçeyê îstîfa kir 2019-02-20 14:10:01   RIHA - Serokê AKP'ê yê navçeya Karakopru ya Rihayê û 2 alîkarê wî ji partiyê îstîfa kirin.    Ahmet Aksoy ê ji sala 2014'an ve Serokatiya AKP'ê ya navçeya Karakopru ya Rihayê dikir, duh piştî lîsteya namzetên endamên meclîsê teslîmî Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê hat kirin û şûn de îstîfa kir. Piştî Aksoy alîkarên serokê navçeyê Yûsûf Toprak û Omer Kara jî ragihandin ku îstîfa kirin. Aksoy ê li ser medya civakî îstîfaya xwe parve kir, wiha got: "Pîvan û dirûşmeya ma li ser samîmiyetê ava bibû, lê bi van re jî êdî nabe."   Hat îdîa kirin ku ji ber lîsteya namzetên endamên meclîsên şaredariyê li hevkirin çênebûye, Aksoy û 2 alîkarên wî îstîfa kirin.