Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê berdewam dikin 2019-02-20 12:22:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredarên HDP’ê, xebarên hilbijartinê berdewam dike. Namzetên navçeya Sîwereg a Rihayê, komeleyên Hayrat Der û Med Zehra ziyaret kirin û piştgirî xwestin.      Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya Sîwereg a Rihayê lez dan xebatên hilbijartinê. Namzetên hevşaredarên HDP’ê navçeya Sîwereg a Rihayê Emîne Çetîner û Tûran Tuysuz, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de taxên çolterên navçeyê ziyaret kirin û ji aliyê komên qerebalix ve hatin pêşwazîkirin. Namzetên hevşaredaran darbarê bajarê de raman û awayê birêveberina xwe ji gel re parve kirin.    Nametên ku esnafên navenda navçeyê jî ziyaret kirin, di heman demê çûn serdana Rêxistiên Civak Sivîl (RCS). Namzet Tûran Tuysuz di haman demê komeleyên Hayrat Der û Med Zehra jî ziyaret kirin û ji bo rêveberiyêk bi hevre piştgî xwest.    HDP’iyên ku bê navber xebatên xwe berdewam dikin, di heman demê ziyaretvanên wan jî kêm nabin. Komek ciwanên Înîsiyatîfa Ciwanên Aqil ên Sîweregê, hatin avahiya HDP’ê ya navçeya Sîweregê û piştgiriya xwe ya ji bo namzetan diyar kirin.