Martîna Anderson: Leyla dixwaze li Îmraliyê qanûn pêk werin 2019-02-20 11:13:46   AMED - Parlementera Îrlandî ya Parlamentoya Ewropayê Martîna Anderson, diyar kir ku ew ji çalakiya Leyla Guven pir bi bandor bû û got: “Ez jî 13 sal û nivekê di girtîgehê de mame. Ez bang li CPT û Konseya Awropa dikim ku bikevin nava tevgerê. Em mafê Birêz Ocalan biparêzin.” Berxwedana greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de destpêkir, di roja 105'an de didome.    Piştî serdana Şandeya Aştiyê ya Navneweteyî, ji Partiya Fêîn Sînn Îrlanda, Parlementera Îrlandî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) Martîna Anderson Guven li mala wê ziyaret kir. Anderson, di 13’ê Çile de hat Amedê û bi armanca piştgirî dayîna grevên birçîbûnê Leyla Guven li mala wê ziyaret kir. Anderson berê jî xwestibû Guven li girtîgehê ziyaret bike, lê ev daxwaza wê nehatibû qebûlkirin.   Anderson a 13 salan di girtîgehê mayî û şahidiya çalakiya grevên birçîbûnê ya sala 1981’an kirî, piştî serdana Leyla Guven, derbarê çalakiya grevên birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    JI BU LEYLA GUVEN SERDANA DUYEMÎN    Anderson, diyar kir ku ewê têkildarî tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê, di asta navneteweyî de dê xetan bi rêve bibin. Anderson, anî ziman ku li ser berdana Guven, ev duyemîn care tê serdanê û wiha bilêv kir: “Ji sala 2011’an ve destûr nayê dayîn ku Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike û ev bêhiqûqiye. Derbarê tenduristiya Guven de fikarên min hene. Pir kîlo daye. Ji ber biryardariya wê jî ez pir bandor bûm. Bi Guven re 315 kesên din jî di çalakiya greva birçîbûnê dene. Leyla dixwaze ku di qada navneteweyî de zext li Tirkiyeyê bên kirin ku ev bêhiqûqiya tecrîdê bi dawî bibe. Bangên wê yên ji bo CPT, Awropa û Konseya Ewropayê di vî warî dene. Niha Yekitiya Ewropayê, Tirkiye weke welatekê ne ewle pênase kiriye. Weke welatekê hiqûq û demokrasî lê tuneye îlan kiriye. Em jî bang li qada navneteweyî dikin ku, divê em rabin ser piyan û dengê xwe derbixin. Ji ber ku rewşa tenduristiya Leyla Guven pir cîdiye.”   LI ÎRLANDAYÊ DI SALA 1981’AN DE GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ   Anderson a di sala 1981’an de şahidiya çalakiyên greva birçîbûnê yên Îrlandayê jî kirin, da zanîn ku daxwazên Leyla Guven ew daxwazin ku bên pêşwazîkirin û wiha bilêv kir: “Di çalakiyên greva birçîbûnê ya Îrlandayê de, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, lê ligel vê yekê jî çalakiya greva birçîbûnê bi dawî nebû. Di navbera wê demê û vê demê de, tu ferqa nîne. Wê serdemê 5 daxwaz hebûn. Lê hikûmeta Îngîlîz wê demê ji b ovan 5 daxwazan tu gav neavêtin. Ev rewş ji bo vê serdemê jî derbas dare. Daxwazên Guven ne ew daxwazin ku neyên pêşwazî kirin. Guven û 315 kes di greva birçîbûnê dene. Divê raya giştî û qada navneteweyî balê bikişîne ser vê yekê. Tekane daxwaza Leyla Guven ew e ku dewlet qanûnên xwe bi cih bîne. Dixwaza Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike.”   ‘EZ JI LEYLA GUVEN PIR BANDOR BÛM’   Anderson, da zanîn ku ji Leyla Guven pir bandor bûye û wiha hestên xwe parve kirin: “Ez li gel Leyla Guven bûm û min hewl da destên wê bigirim. Pir biguman û hestiyar bûm. Ez ji vîna jineke 55 salî ya ji bo kesekê 70 salî li ber xwe dide, pir bandor bûm.”      ‘EM Ê MAFÊ OCALAN BIPARÊZIN’   Enderson, di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Emê heya dawiyê hewl bidin, bibin dengê Leyla Guven û çalakiyên greva birçîbûnê. Emê daxwazên Guven li hemû qadan biparêzin. Çawan ku mafê hemû girtiyan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin, emê vî mafê Birêz Ocalan jî biparêzin.”    MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Orûç