Ev jî dora edaletê ye! 2019-02-20 11:04:25   AMED – Welatiyên dixwazin biçin Edliyeya Amedê di bin tedbîrên awarte de derbas dibin. Welatî ji bo derbasî hundir bibin neçarin bi saetan di dorê de dimînin.   Li Amedê ji serdema qedexeya derketina derve yên ji 2015’an vir ve derdora hemû saziyên fermî yên dewletê bi blokên beton, têl û bariyerên polîsan hatin girtin. Edliyeya Amedê jî nesîbê xwe ji vê van bariyeran û têlan girt û derdora Edliyê bi têlan hat dorpêçkirin.    Di destpêka qedexeyên hatin destpêkirin de şûn ve ji ber vê rewşa awarte ango kontrola zêde parêzer, personel û welatî di bin tedbîrên ewlehiyek zêde de derbasî hundirê edliyeyê dibûn. Pişt re ji bo parêzer û personelan deriyek cuda hat vekirin û bi pergala kart dikevin hundir. Edliyeyê ji têlên rêsayî kirine wek qefesekê. Heta mirov ji deriyê têketinê diçe edliyeyê bi saetan di dorê de disekine. Li aliyekê ev tedbîr û dorpêçkirina bi têlan a edliyeyê heye û li aliyê din jî her tim yanî 24 saet maşîneyên zirxî li ber edliyeyê bi tevî polîsan ve tên sekinandin.    TEVAHIYA ROJÊ DOR HEYE    Ji ber lêgerîna li ser welatiyan ku her kêlî li du nokteyan pêk tê di saetên serê sibê de rêza mirovan dirêj dibe û ev yek dibe sedema ku welatî bi saetan di dorê de bimînin. Carna ev dor heta saetên nîvro jî didome. Bi taybetî rojên sêşem û pencşemê ku doza cezayên giran tên dîtin mirov di dorê de dimînin.    'XWEDÊ HEQÊ ME NEHÊLE’    Dem bi dem ji ber dor xerakirinê dibe sedema kêliyên berteka welatiyan jî. Welatiyên neçarin bi saetan li ser piya bisekinin rewşê bi gotinên “Xwedê heqê me nehêle” şîrove dikin.    WELATÎ BI SAETAN ŞÛN VE DIGÎHÎJIN HUNDIR    Piştî nîqaşên welatiyan di têketina edliyeyê de karek zorttirîn li benda wan e. Her kes di alava X-Ray a li hember kelûpelên elektronîk û hesin hesas e de derbas dibin. Dema alav îkaz dike welatî neçar dimînin qayîş û pêlavên xwe jî derbixin û pişt re di bin alavê de derbas dibin. Piştî welatî di vê alava îkazê de derbas dibin û tên cihê kontrola nasnameyan wan di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) derbas dikin. Piştî du nokteyên lêgerînê ku dûr û dirêj didomin welatî hêj digihîjin hundirê korîdorên edliyeyê. Hin welatî ji ber dereng dimînin ji danişînên xwe ango karê xwe dereng dimînin.    TMK DIBE SEDEMA DOZAN    Rêza mirovan a li ber deriyê edliyeyê jî dide nîşandan her roj lêpirsîn li welatiyan vedibe û vediguherin dozan. Ev doz jî hemû di çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) vedibin. Herikîna welatiyan a her roj ku tên edliyeyê jî ji ber ku di çarçoveya TMK’ê de doz li ser dozan vedibin e.