Girtiyê 66 rojin di grevê deye peyam şand: Em ê berxwedanê di asta herî jor de bidomînin 2019-02-20 10:20:39 MÊRDÎN - Girtî Zerdeşt Odûncû yê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 66 rojin di greva birçîbûnê deye û berê jî bi heman armancê agir berdabû bedana xwe, bi rêya malbatê peyam şand û got: “Em ê berxwedana xwe di asta herî jor de bidomînin.”  Berxwedana greva birçîbûnê ya Hevseroka (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li destpêkir, di roja 105'an de û berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Guven li gelek girtîgehên Tirkiyeyê destpêkirin jî, berdewam dikin û her ku diçe berfireh dibin..   Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de Zerdest Odûncû yê 27 saliye. Odûncû di 17’ê Kanûnê de li Girtîha Tîpa F a Edîrneyê dest bi greva birçîbûnê kir û 66 rojin çalakiya wî berdewam dike.   Odûncû di sala 2011’an de hîna 19 salîbû li navçeya Dêrik a Mêrdînê tê girtin û 178 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Dosyeya Odûncû, hîna jî li Dadgeha Bilinde û li benda biryarê ye. Odûncû, di 12’ê Sibata 2014’an de li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agir berdide bedena xwe û bi vê çalakiya xwe jî tê naskirin.    ODÛNCÛ: EM Ê BERXWEDANA XWE DI ASTA HERÎ JOR DE BIDOMÎNIN   Odûncû yê ji ber cezayê dîsîplînê ya 2 mehan hevdîtina wî ya bi malbatê re hatiye astengkirin, di rojên derbas bûyî de, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, ev peyam şand, “Emê berxwedana xwe di asta herî jor de berdewam bikin.”   Peyama Odûncû wiha ye;     “Berî her tiştî ez silav û rêzên xwe ji gelê Kurd û Kurdistanê re rêdikim. Di vê pêvajoya em tê re derbas dibin de, bi pêşengtiya felsefeya Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd gelên Rojhilata Navîn di sedsala 21’emîn de, ber bi jiyana azad ve diçin. Lê divê pêvajoyê de Rêber Apo dibin tecrîdek daîmî deye û li Îmraliyê dibin îşkeceyek bêhiqûqî de tê girtin. Tekane armanca hemû kesên di vê pêvajoyê de, di çalakiyê dene, rakirina vê tecrîdê ye û azadiya Rêber Apoye. Em bi hemû hêza xwe li ber xwe didin. Emê jî mîna hemû berxwedêrên di vê pêvajoyê de, çi ji destê me were emê bikin. Emê di oxira gelê xwe û Rêberê xwe de, berxwedana xwe di asta herî jor de berdewam bikin.”   DAYÎK ODÛNCÛ: DI HUCREYA YEK KESÎ TÊ GIRTIN    Dayik Selma Odûncû, darbarê rewşa kurê xwe de ev agahî dan û wiha axivî: “Parêzeran ji me re gotin rewşa kurê min ne başe. Ji ber greva birçîbûnê pirsgirkên bîrkirin û ser gêjiyê êdî dijî. Bi tena serê xwe di hucreya yek kesî tê girtin. Em dixwazin hevalekê bidin gel wî. Wî û parêzerên xwe ji bo vê yekê daxwazname dane rayedaryên girtîgehê. Lê rayedarên girtîgehê ev daxwaz red kiriye.”    ‘EM BI WÎ SERBILINDIN   Dayik Odûncû, banga hestiyariyê li raya giştî kir û got: “Îro li çar aliyên cîhanê mirov di grevên birçîbûnê dene. Em neçarin ku dengê wan li tevahiya cîhanê belav bikin. Em rêzê didin vê biryara zarokên xwe û bila baş zanibin ku heya dawiyê jî em li gel wane. Ji bo daxwazên wan bên qebûl kirin, divê em dengê wan bidin bihîstin. Nexwe emê zarokên xwe terkî mirinê bikin. Serê me bi Zerdeşt bilinde. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe û mirovên bi awayekê azad û wekhev bijîn. Pêwîste ku êdî ev zilma li ser gelê Kurd bi dawî bibe. Ez silavê xwe ji hemû girtî û malbatên girtiyan dişinim.”   MA / Ahmet Kanbal