Konca: Divê em hêj zêdetir li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin 2017-11-06 09:49:26 ENQERE - Berdevka Meclisa Jinên HDP'ê Besîme Konca, aşkera kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demek ji ya din zûtir bê rakirin û wiha axivî: “Em wekî jin em ê vê tecrîdê teqes qebûl nekin. Em ê bi hemû şahî û çalakiyan dengê xwe hêj bilindtir bikin." Berdevka Meclisa Jinên HDP'ê Besîme Konca der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî. Konca aşkera kir ku ji sala 1999'an vir ve tecrîd di rojeva gelê kurd de ye û wiha axivî: "Komploya 99'an dewam dike. Bi spekolasyonên der barê tecrîda li ser Ocalan re peyamên cuda didin. Heke îro ev tecrîd xistibin rojeva Tirkiyeyê, dixwazin bi vê rêyê li ser krîz, kaos û şer binuxumînin."   ‘DI HIQÛQÊ DE PÊNASEYA TECRÎDÊ TUNE’    Konca destnîşan kir ku divê li dijî tecrîdê her cure çalakî û deng derxistin zêde be, der barê îdiayên li ser medyaya civakî li ser Ocalan tên belavkirin de jî ev tişt got: "Ev nûçe çima hatin parvekirin? Çima hikumet di vê der barê de daxuyaniyan nade. Ji ber ku hikumet vê polîtîkayê bi zanebûn bi pêş dixe, xwe ker û kor dike. Dixwazin kosê derxin. Em wekî jin em ê tu carî vê tecrîdê qebûl nekin. Em ê bi her cure çalakî û şahiyan dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku di hiqûqê de pênaseya tecrîdê tune."   ‘BIRÊZ OCALAN NE KESEKÎ JI RÊZÊ YE’   Konca aşkera kir ku Ocalan nikare bi malbata xwe re jî hevdîtinê bike, ev pêkanîn wekî sûcê mirovahiyê pênase kir û ev tişt got: "Berî her tiştî Komîteya Pêşîlêgirtna Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ji tecrîdê berpirsyar e. Divê der barê tecrîda li ser Ocalan, ewlehiya canî û tenduristiyê de agahî bê dayîn. Ji ber ku Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Heke Birêz Ocalan wisa bê dîtin, divê wekî hemû girtî û hikumxwarên li girtîgehan, divê Birêz Ocalan jî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Tecrîd li tu girtigehên cînanê de nayê dîtin."   'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Konca piştrast kir ku dê tecrîd tu feydeya xwe ji bo Tirkiyeyê tune be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê êdî tecrîda li ser Birêz Ocalan nekin mijareke polîtîkayê û dest ji vê yekê berdin. Yanî divê tecrîda ku dem bi dem tê rojevê, wekî şeklekî siyasetê neyê dest girtin. Heta tecrîd bê rakirin, dê çalakî û grevên birçîbûnê yên ji hêla gelê me ve hatiye destpêkirin dewam bikin. Kûrkirina tecrîdê ji hêla gelê me ve hesasyeteke cuda ye. Ez hêvîdarim dê hikumet dengê gelê me û Dayikên Aştiyê bibihîse."