Girtiyê 67 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em ê tecrîdê bişikînin 2019-02-20 09:39:36 XARPÊT - Metîn Serhat ku li Girtîgeha Xarpêtê 67 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku heta niha ji xeynî lîmon û şekir tiştek nehatiye dayîn û got: "Em ê tecrîdê bişikînin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 105'an de didome. Bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê li gelek girtîgehan jî didome.    Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Xarpêtê tevî Metîn Serhat, Harûn Alkan û Mûsa Candemîr ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ne û her wiha Îsa Eşsîz, Mûrat Ergen û Ergul Tûncay jî ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne.    ‘ZEXT Û ZORÎ ZÊDE BÛN'    Metîn Serhat, bi rêya telefonê li malbata xwe geriya. Serhat, diyar kir ku moralê wî pir xurt e û got: "Li vir em 6 kes di greva birçîbûnê de ne. Em du kom in. Koma ewil 67 roj in û ya din jî 47 roj in di greva birçîbûnê de ye. Bijîşk pir guh nadin me. Ji derve jî bijîşk nayên."    Serhat, diyar kir ku 2 hefte ne zext û zorî zêde bûne û got: "Ji ber çalakiya me, ev du hefte ne zext û zoriyên li ser me zêde bûne. Bi taybetî jî di warê derûnî de. Her wiha 4-5 caran jî avêtin ser odeyên me. Odeyên me serobino kirin û çûn. Em jî mecbûr man ku kincên me yên hatin qirêjkirin bi saetan bişon. Ji ber vê enerjiya me namîne. Bi zanebûnî wiha dikin. Dixwazin me biwestînin."    ‘WÊ ÇALAKIYA ME DEWAM BIKE'    Serhat, destnîşan kir ku heta niha ji xeynî şekir û lîmon tiştek nedane wan û got: "Rewş di asteke krîtîk de ye. Lê belê îdare û bijîşkên li vir, di ser guhê xwe re davêjin. Sibê dusibe ger di warê tenduristî de tiştek biqewime, berpirsiyar îdare û bijîşkên li vir in."    Herî dawî Serhat got: "Em ê vê tecrîdê bişikînin. Heta tecrîd bi dawî nebe, wê çalakiya me dewam bike."    MA / Sadiye Eser