'Ji bo aştî pêk bê, divê tecrîd bi dawî bibe' 2019-02-20 09:37:54 BÛRSA – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê di greva birçîbûnê de ne gotin: "Ji bo aştî çêbibe, divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 105'an de didome. Her wiha bi heman daxwaziyê çalakiya greva birçîbûnê li gelek girtîgehan jî didome.   Li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê; Nûrûllah Yilmaz, Serhat Sezgîn û Metîn Çakir di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne. Hersê girtiyan nameyek şand û gotin: "Ji bo berbelavbûna qîrîna ji bo aştiyê ya li zindanan, em bang li herkesî dikin."    ‘GREVA BIRÇÎBÛNÊ BERSIVEKE MEZIN E'    Nûrûllah Yilmaz ku ji 16'ê Çileya 2019'an ve di greva birçîbûnê de ye got: "Moralê min pir xurt e û pir baş im. Bi tecrîda li Îmraliyê, yekîtiya gelan û aştî tê tecrîdkirin. Li dijî tecrîdê greva birçîbûnê bersiveke mezin e. Loma ketim greva birçîbûnê. Eger tecrîd bidawî bibe, parêzer bi awayekî rêk û pêk hevdîtinê pêk bînin û normên hiqûqî li Îmraliyê pêk bên, ez ê dev ji greva birçîbûnê berdim."    Yilmaz, bang li mirovahiyê û hemû gelan kir û got: "i bo berbelavbûna qîrîna ji bo aştiyê ya li zindanan, em bang li herkesî dikin."   'EV BERXWEDANA GEL E'    Serhat Sezgîn ku ji 28'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku tenduristiya wî baş e û got: "Ji ber di nav vê pêvajoyê de cih digirim pir kêfxweş im û moralê min xurt e." Sezgîn, destnîşan kir ku tecrîd sûc e û got: "Di her kêlîkeke tecrîdê de, gef li aştiya gelan tê xwarin. Ji bo aştî çêbibe, divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Ji bo tecrîd bi dawî bibe ketim greva birçîbûnê. Heta tecrîda li Îmraliyê bi temamî ranebe wê greva min a birçîbûnê dewam bike. Ev berxwedan tenê ne berxwedana me ye, berxwedana gelê me ye. Gelê me tu carî tecrîd qebûl nekiriye û têkoşîna xwe tim bilind kiriye. Divê herkes destê xwe deyne ser wijdanê xwe."    ROJA TECRÎD BI DAWÎ BIBE WÊ ÇALAKÎ JÎ BI DAWÎ BIBE    Metîn Çakir ku ji 16'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye got: "Ji ber di nav pêvajoyeke bi vî rengî de cih digirim pir kêfxweş im û xwe azad hîs dikim. Tecrîd, ne hiqûqî û ehlaqî ye, sûc e. Ev sûc li ber çavê hemû cîhanê tê kirin. Ji bo dawî tecrîdê bê ketim greva birçîbûnê. Heta tecrîd bi temamî bi dawî nebe, wê çalakiya min dewam bike." Çakir ji bo şikandina tecrîdê bang li herkesî kir û got: "Gelê me tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedaye. Xwedîderketina wan a li vê berxwedanê wê moral û hêza kin xurtir bike."    MA / Sadiye Eser