Girtiyê nexweş xistin hucreyê, bi mehan e malbat wî nabîne 2019-02-20 09:36:59 ÎZMÎR - Medîne Kaymaz, dayika girtiyê nexweş Bayram Kaymaz, diyar kir ku 3 meh in kurê wê di hucreyeke yekkesî de ye û ew nikarin wî bibînin. Kaymaz, serî li ÎHD'ê da. Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Tekirdagê, girtiyê nexweş Bayram Kaymaz di hucreyeke yekkesî de ye û malbat nikare wî bibîne. Dayik Medîne Kaymaz (74), serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê da. Kaymaz, bilêv kir ku bi mehan e ew nikare kurê xwe bibîne.    'BI TELEFONÊ JÎ EZ NIKARIM'    Dayik Kaymaz, diyar kir ku kurê wê nexweş e. Kaymaz, destnîşan kir ku kesekî nexweş dixin hucreyê, ev yek nayê qebûlkirin. Kaymaz, anî ziman ku ew bi telefonê jî nikare bi kurê xwe re biaxive û got: "3 meh in em nikarin wî bibînin. Berê bi telefonê digeriya, lê niha nikare bigere. Hevalekî wî yê ji AGiriyê li malbata xwe geriyaye û gotiye Bayram xistine hucreyeke yekkesî. Ji xeynî vê tu tiştî nizanim. Belkî niha di greva birçîbûnê de be û ji ber vê destûrê nadin. Der barê tenduristiya wî de şik û gumanê me hene. Heta diçim Tekirdagê û têm du roj derbas dibin."    ‘HATIM BINÇAVKIRIN'    Dayik Kaymaz, bilêv kir ku ji ber kurê wê girtiyê siyasî ye, ew jî bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin. Kaymaz, anî ziman ku di çend mehên dawî de 3 caran hatiye binçavkirin û got: "Kengî diçim girtîgehê, piştî wê bi çend rojan şûnde têm binçavkirin." Kaymaz, diyar kir ku temenê wê 74 sal in, lê belê wexta tê binçavkirin destên wê tên kelemçekirin û got: "Ji ber vê jî ez nikarim biçim girtîgehê. Kurê min di hucreyê de ye. Li vir ez jî hema devê xwe vebikim têm binçavkirin. Êdî ez jî nizanim ez ê çi bikim. Dev ji van zext û zoriyan berde, lê ji bo çi kurê min xistine hucreyê û nahêlin bi telefonê jî xwe bigihîne me. Ji bo vê rewşê bang li parêzer û parêzvanên mafên mirovan dikim."    MA / Nîmet Olmez