'Bi JES'an bihiştê vediguherînin dojehê' 2019-02-20 09:32:16 ÎZMÎR – Li Tirkiyeyê, ji deverên ku axa wê berdar e navçeya Salîhlî ya Manîsayê ye. Niha tê xwestin ku li Salîhliyê JES bên çêkirin. Şêniyên herêmê ku li dijî çêkirina JES'an têdikoşin, bal kişandin ser berdariya axa herêmê û gotin: "Bihiştê vediguherînin dojehê."  Şîrketa Anonîm a Pîşesazî û Bazirganiyê (SANKO), dixwaze li Taxa Hacibektaşli ya navçeya Salîhlî ya Manîsayê, Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) çêbike. Bêyî rapora Nirxandina Karîgerî ya Hawirdorê (ÇED) bê amadekirin, li herêmê dest bi kolandina bîran hat kirin. Lê belê, gelê herêmê li dijî vê yekê derketin û dest bi nobetê kirin. Konên ji bo nobetê hatin vedan, di 2'yê Çileyê de ji aliyê cendirmeyan ve hatin rakirin. Lê belê, gel dev ji têkoşîna xwe berneda û vê carê di nav xwe de dicivin û rewşê dinirxînin.    Şêniyê taxê Yuksel Erden, destnîşan kir ku deverên bîr lê tên kolandin xeta fayê ne û got: "Berê li Manîsayê gelek JES hatin çêkirin, lê me deng ji xwe neanîbû. Paşê me dît ku ev JES ji bo Manîsayê xefik in. Hewa me û ava me qirêj dikin. Komeleyên hawirdorê hatin gundn me û em hişyar kirin. Me fêm kir ku ji bo şîrketên taybet bi JES'an xwezaya me talan dikin. Bi çêkirinaa van JES'a wê hewa, av û axa me qirêjî bikin. Wê gel nexweş bike û rêjeya pençeşêrê zêde bibe. Lê hewa û ava Salîhliyê pir paqij e. Mirovên berê dihatin Manîsayê, bi rihetî diman. Niha ji ber JES'an kes nikare li Manîsayê bijî."    JES'ÊN NÛ TÊN ÇÊKIRIN    Erden, bilêv kir ku bi destê dewletê Manîsa tê talankirin û wan bihîstiye ku projeyên nû jî tên çêkirin. Erden, diyar kir ku ji ber van JES'an êdî cotkar jî tiştekî ji erdên xwe hilnagirin û got: "Hema bêje hilberîn nemaye. Êdî em nikarin tiştekî biçinînin. Li Salihliyê herî zêde tirî şîn dihat.  Berê her cure zebze, fêkî, mişmiş, xox, gêlaz û wîşne şîn dihatin. Lê niha gêlaz jî şîn nayên. Berê îxracat jî dihat kirin, lê niha ji ber JES'an ew jî nayê kirin. Hikûmeta heyî vê talana di polîtîkayên enerjiyê de vedişêre. Şîrketên enerjiyê hemû çav berdane vira. Lê hindik maye mirov êdî ava vexwarinê jî peyda nekin. Çandinî û axê dikin qurbanê JES'an."    ‘VEDIGUHERÎIN ÇOPGEHA JES'AN'    Erdal Batûr jî, diyar kir ku êdî ew tu tiştekî ji bax û baxçeyên xwe bi dest naxin. Batûr, bilêv kir ku li herêmê bîr tên kolandin û gel li dijî van bîran rabûye ser piya. Batûr, anî ziman ku ger ew bibin yek wê şîrket nikaribin JES'an çêbikin. Batûr, got niha tê xwestin Salîhlî bibe çopgeha JES'an.    ‘BIHIŞTÊ VEDIGUHERÎNIN DOJEHÊ'    Batûr, destnîşan kir ku wê ji ber JES'an gelek kes betal bimînin û got: "Niha hin proje hene, çav berdane 15-20 donimên gundiyan. Ji navçeya Tûrgûtlû heta Denîzliyê herkes debara xwe bi çandiniyê dike. Bihiştê vediguherînin dojehê. Wê ji ber vê rewşa Salîhliyê nebaş bibe. Em bi gundiyan re diaxivin. Em gel serwext dikin. Em li dijî raporên ÇED'ê dozan vedikin. Eger em bibin yek em ê karibin JES'an biqewirînin. Deşta Egeyê, li Tirkiyeyê deşta herî ebrdar e. Dewlet mesafeyê dixe navbera xwe û gel. Lê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."    MA / Rûken Demir