Rapor Meclisê: Ne girtî, gardiyan hatin derbkirin 2017-11-06 09:48:42 MÊRSÎN - Meclisê der barê êrîş û muameleya xirab a li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê de daxuyanî da û îdia kir ku ne girtî, gardiyan hatine derbkirin. Hat diyarkirin ku 11 roj cezayê hucreyê li girtiyan hatiye birîn. Piştî li Kampusa Saziya Înfazê ya Ceza ya Tarsusê ya di Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê de ye, girtî hatin derbkirin, Berpirsa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Herêma Deryaya Spî Yasemîn Dora Şeker di 4'ê Tîrmehê de ji Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê re raporek şand, hat gotin ku di 29'e Îlonê de bersiv hatiye.   'NE GIRTÎ, GARDIYAN DERB KIRIN'   Di bersiva hat dayîn de hat gotin ku "Ji Saziya Înfazê ya Ceza a Girtî ya Jinan a Tarsusê, di dema sewqê ya Saziya Înfazê ya Ceza ya Kampusa Tarsusê de, hatiye îdiakirin ku jinên girtî û hikumxwar ji hêla leşker, memûrên înfaz û saziyê ve hatine derbkirin û lêpirsîna di vê der barê de hatiye destpêkirin, Sînem Oguz, Fatîme Demîr û Rojbîn Yakut ên ji sûcên endamtiya rêxistina 'çekdarî ya terorê' (PKK) girtî û hikumxwar in, li dijî lêgerînê derketine, êrîşê peywirdaran kirine û peywirdar derb kirine, di vê der barê de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin."   11 ROJ CEZAYÊ HUCREYÊ DAN GIRTIYAN   Her wiha der barê 3 girtiyan de bi hinceta "Hikumxwar û girtiyan bi awayekî giran peywirdar derb kirine an jî peywirdar bi her awayî bi qestî birîndar kirine", 11 roj cezayê hucreyê li girtiyên jin hatiye birîn. Hat gotin ku der barê têkiliyên mijara gotinê de tu daxwaznameyên itiraze nehatine dîtin, îdiayên ku tên kirin bê bingehin.   Der barê îdiayên wekî "3 rojan ava vexwarinê nedane, pênûs û lênûsk nedane" de jî hat gotin ku Girtîgeha Kapmusa Tarsusê ji ber ku nû ye, dem dem di boriyên avê de xitimandin çêdibe û heta ev pirsgirêk tên derbaskirin, memûrên peywirdar bi damacanaya avê didin hundur. Di dewama raporê de hat gotin ku kel û pelên din ên li girtîgehê piştî tên lêkolînkirin, heke "hêmaneke sûc" neyê dîtin dîsa didin girtiyan.   NE GARDIYAN, XIZMÊN GIRTIYAN ÊRÎŞ KIRINE!   Di 28'ê Hezîranê de girtiya bi navê Raziye Soner bi zarokên xwe re hevdîtina cejnê kiribû, Soner li ber çavên zarokên xwe hatibû derbkirin. Komîsyona lêkolînê girtî û malbata wê sûcdar derxist. Rapora piştî hevdîtina bi rayedarên girtîgehê re hat amadekirin, der barê vê bûyerê de jî hat îdiakirin ku roja bûyerê Leyla Guneş a hatiye serdana Soner, malbatên girtiyên din jî "sor" kiriye û ew tev li êrîşê kirine. Di raporê de tê gotin ku zarokên Soner a girtî Azad û Cengîz, bi kursiyan êrîşê memûrên peywirdar dikin, piştî êrîşê wan ji cihê hevdîtinê derdixin, lê Sonerî çima kursina davêjin wan, der barê vê de tu sedemen nehatiye nîşandan.   Di raporê de tê destnîşankirin ku piştre Raziye Soner jî ji cihê hevdîtinê tê derxistin wê dibin koxûşê û malbatên girtiyên din hevdîtinê berdewam dikin, tê gotin ku malbata Soner nehatiye derbkirin, tê îdiakirin ku tenê ew derxistine derveyê saziyê. Her wiha hat aşkerakirin ku der barê Azad û Cengîz Soner de "salekî kêmkirina hevdîtinê" û "11 roj cezayê hucreyê" li dayik Soner tê birîn."