Hunermendên jin Guven ziyaret kirin: Berxwedana wê berxwedana me ye 2019-02-19 18:50:10   AMED - Hunermendên jin, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a  104 roj in li dijî tecrîdê di greva brçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye, ziyaret kirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 104'an de ye. Her diçe piştevanî û serdanên ji bo çalakiya Guvenê jî zêde dibin. Îro, gelek hunermend, sînemager û şanogerên jin li mala Guvenê serdana wê kirin. Di dema serdanê de Mizgîn Tahir û Ozlem Gerçek ji bo Leyla Guven stran gotin. Her wiha jinan û Guvenê bi hev re sohbet kir û wêne girtin.    ‘BERXWEDANA WÊ BERXWEDANA ME YE'    Piştî serdanê hunermend Mizgîn Tahir, bilêv kir ku Leyla Guven pêşengiya têkoşîna jinan dike û jin hêz û quwetê ji Guvenê digirin. Tahîr, destnîşan kir ku çalakiya Guvenê, çalakiyeke li dijî kedwarî û zilmê ye û got: "Ev berxwedan berxwedaneke pir şefaf e. Loma em Guvenê pîroz dikin û li ber çalakiya wê bi rêzgirî bejna xwe ditewînin. Berxwedana wê berxwedana me ye."