Anderson a Guven ziyaret kir: Ez di rewşek bi kelecan û îlham girtî de veqetiyam 2019-02-19 16:27:57 AMED - Parlementera Parlamentoya Ewropa ya Îrlandayî Martîna Anderson a Leyla Guven ziyaret kir, ev peyam parve kir: “Ez ji gel Leyla Guven heta bêje bi fikar, lê di asta herî jor de jî, di rewşek bi kelecan û îlham girtî de veqetiyam.”   Parlementera Parlamentoya Ewropa yê Îrlandayî Martina Anderson, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 104 rojin di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger deye, li mala wê ziyaret kir.    ‘PIR DILŞIKESTÎ, LÊ PIR JÎ BIHÊZ XUYA DIKIR’   Anderson piştî serdana Guven li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev peyam parve kir: “Ez ji gel Leyla Guven a 55 salî ya gireva birçîbûnê deye, heta bêje bi fikar, lê di asta herî jor de jî, di rewşek bi kelecan û îlham girtî de veqetiyam. 104 rojên birçî! Pir dilşikestî, lê pir jî bihêz xuya dikir. Hikûmeta Komara Tirkiyeyê, dikare tenê li gorî qanûnên xwe grevên birçîbûnê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bike. Ocalan 70 saliye û 20 salan zêdetir girtiye.”