Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Wanê: Demildest bikevin nava tevgerê 2019-02-19 15:57:04   WAN - Baroya Wanê, Odeya Tabîpan, ÎHD, TÎHV, OHP û TUHAY-DER’ê, derbarê tecrîd û greva birçîbûnê de daxuyanî da û bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyan ên berdewam dikin û bang li Wezareta Dadê û saziyên berpirs kirin ku demildest bikevin nava tevgerê.    Baroya Wanê, Odeya Tabîpan a Wan-Colemêrgê, Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, TÎHV, OHP û TUHAY-DER’ê, derbarê tecrîda liser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê berdewam dikin de daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyanî li baroyê hat dayîn û Alîkarê Serokê Baroya Wanê Hamza Çîftçî di daxuyaniyê de axivî. Çîftçî, bal kişand ser berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye û di roja 104'emîn de berdewam dike.   ‘GÛHÊ XWE JI HEMÛ BANGAN RE GIRTINE’   Çîftçî, diyar kir ku li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan pir zêde bûye û wiha got: “Hikûmetê gûhê xwe ji hemû bangan re girtine. Îro li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî heye. Ev pêkanîna tecrîdê li dijî Kanûnên Mafên Mirovan ên Ewropayê ne.”    ‘DIVÊ GAVÊN PÊWÎST BÊN AVÊTIN’    Çîftçî, da zanîn ku her roja diçe hejmara girtiyên dikevin greva birçîbûnê de zêdetir dibin û wiha bilêv kir: “Di heman demê de tenduristiya çalakgeran jî xerab dibe. Divê Wezareta Dadê û saziyên berpirsiyar demildest erka xwe bînin cih û daxwazên girtiyan qebûl bike. Di heman demê de em bang li hemû saziyên mafên mirovan ên netew û navneteweyî dikin ku bi hestiyar tevgerin.”