Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê Girtîgeha Bakirkoy ziyaret kir 2019-02-19 15:08:24 STENBOL - Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê, Girtîgeha Bakirkoy ziyaret kir. Heyetê piştre têkildarî çalakgerên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê, li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kir ku dê bi hemû çalakgerên li Girtîgehên Marmara re hevdîtinê bikin.    Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ku ji Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Endamê Rêveberiya Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Murat Ekmez, Serokê Şaxa Anatoliya ya SES'ê Erdal Guzel û Nûnerê TÎHV'ê Umit Efe pêk tên, çalakgeren li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ziyaret kir. Heyetê piştî ziyaretê li pêş Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî da çapemeniyê. Lê polîsan bi hinceta biryara Walîtiya Stenbolê ya “qedexeyê" destûr neda.    Lê heyetê tevî astengiya polîsan li pêş deriyê girtîgehê daxuyanî da. Ewil Rêveberhê ÎTO Murat Ekmez, diyar kir ku li ser daxwaza çalakgerên grevê yên li Girtîgeha Bakirkoyê hevditin pêk anîn û wiha got: "Em wekî heyetê ji bo pirsgirêkên li girtîgehê lêkolîn bikin me ziyaret pêk anî. Me daxwazên xwe yên hevdîtinê bi Werazeta Dadê re kir. Me di ziyaretê de xwest bi Midûrê Girtîgehê û Dozgerê girtigehê re jî hev dîtin pêk bînin. Lê midûr û dozger daxwaza me red kir. Bi me re hevdîtin nekirin. Li aliyê din di kontrola hekîman de pirsgirêk heye. "    Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê 6 girtî di greva birçîbunê de ne û wiha got: "Em ji 6 girtiyên di grevê de tenê bi 4 kesan re hatin cem hev. 6 girtî 64 rojin di grevê de ne. Girtiyan diyar kirin ku nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê ya li hemberi wan bi gelemperî ne neyînî ye û wiha got: "Lê divê rojane hekîm biçin wan kontrol bikin. Hekîm rojane naçin wan kontrol nakin. Ev pirsgirêk e. Bi taybetî Esma Başkale tansiyonê wê zêde ne. Zêde kîlo winda kirine. Ji ber vê yekê divê di milê tibbî de hin tedbir bên stendin. Lê di vê mijarê de ji ber ku me nekarîbû bi hekîmê girtîgehe re hevditin bikin em nizanin tedbîrên çawa distîne."    EM DÊ PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN   Yollerî anî ziman ku wekî heyetê dê tenê bi ziyareta Bakirkoyê xwe bi sînor nekin û hemû girtiyên li Girtigehên herêma Marmarayê re hevdîtin pêk bînin.    Yolerî, herî dawî destnîşan kir ku wekî heyet ji bo bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin dê hewldanên xwe berdewam bikin.