Demîrtaş ji bo Guven ji PE û MPKE’yê re name şand 2019-02-19 14:52:59 ENQERE – Selahattîn Demîrtaş ê HDP’î, ji bo Leyla Guven a 104 rojin di greva birçîbûnê deye, ji PE û MPKE’yê re name şend. Demîrtaş di nameya şand de wiha got: “Ji bo bi dawî anîna greva birçîbûnê, divê demildest ev daxwaza meşrû bê pêşwazîkirin û ez bawer dikim ku ji bo vê hûnê bi hemû derfetÊn xwe piştgirî dibin.” Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, bi armanca balê bikişîne ser grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û zêdeyî 300 girtiyan çalakiya xwe berdewam dikin û gihaştiye astek krîtîk, ji endamên Parlamenta Ewropayê (PE) û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) re name şand.   Nameya Demîrtaş wiha ye:   "Dostên min ên hêja yên parlamenter;   Dixwazim bala we bikişînim ser rewşeke gelekî krîtîk a li Tirkiyeyê.   Hevala min a parlamenter Birêz Leyla Guven ku endameke Parlamenta Tirkiyeyê ye, di dema nivîsandina vê nameyê de bû 104 roj ku di greva birçîbûnê de ye. Tevî wê li girtîgehan û li derve nêzî 320 kes di greva birçîbûnê de ne.   Yekane daxwaza hevalên min ên di greva birçîbûnê de ne û li ber mirinê ne, bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan e ku ev yek wê rê li ber serweriya hiqûqê, atmosfereke aştî û diyalogê li Tirkiyeyê veke.   Ev daxwaza mafdar, hiqûqî û rewa daxwazeke rasteqîn e ku hem li Tirkiyeyê, hem li Sûriyeyê, hem jî yekser li Ewropayê wê ewlekarî, aramî û îstiqrarê xurt bike. Hevalên min ên di greva birçîbûnê de ne, roj bi roj nêzî mirinê dibin. Hikumet vê mijara girîng ji nedîtî ve tê ku ev yek metirsî û cidiyeta mijarê zêde dike. Bi sedan mirov di oxira aştî û demokrasiyê de mirin dane pêş çavên xwe û ketine greva birçîbûnê. Bi milyonan mirov jî piştgiriya wan dikin. Ez bawer im ku hûn ê vê qîrînê bibihîzin. Ji dil bawer dikim ku ji bo ev mijar bikeve rojeva raya giştî, ji bo dawî li grevên birçîbûnê bê anîn û tavilê bersiv ji van daxwazên rewa re bê dayin, çi ji destê we bê hûn ê bi derfetên xwe hemûyan bibin alîkar.   Bi wesîleya vê nameya ku bi rêya parêzer û partiya xwe digihînim we, ji girtîgeha ku lê me silavên germ ji we re dişînim, hêvîdar im em ê di rojên xweş de hev bibînin."