Ji ber îstîsmarkar nehat girtin, dayika zarokan krîz derbas kir 2019-02-19 14:23:30   COLEMÊRG - 4'emin danişina doza çerdevanê îstîsmarkar Sedat E., yê li Geverê îstîsmarî xwişkên hev ên 6 û 12 salî kir, li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê hat dîtin. Ji ber ku istîsmarkar Sedat E., nehat girtin, dayika zarokan krîz derbas kir.    4'emîn danişîna doza cerdevan Sedat E. yê li Geverê dest dirêjî 2 zarokên xwişken hev kir û tê darizandin, li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê hat ditin. Îstîsmarkar ê cerdevan Sedat E. ku bi sucdariya "Îstîsmara zayendî ya bi nitelik" tê darizandin di danişîna dawî de hatibû berdan û niha serbest tê darizandin. Di danişina îro de bersûc Sedat E. û parêzerê wî li salonê amade nebûn. Lê parêzera mexdûran Harika Karataş, dayik Necibe E., Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên HDP û DBP'ê li salonê amade bûn.    'JI DOZA ŞÛLE ÇET NE CUDATIR E'   Di danişînê de ewil Prz. Harika Karataş, bertek nîşanî berdana bersûc da û wiha got: "Biryara tahliyê dê ji bo dozên din jî bibe emsal. Ev doz ji doza Şule Çet ne cudatir e. Zarokek ku rastî îstîsmarê hatibe heyeta dadgehê nikare pirsa ‘Dergîstiyê we heye? ' Bipirse. Raropa Saziya Tipa Edlî nîşan dide ku zarok rasti îstîsmarê hatine. Lê heyet vê yekê nabîne. Dema welatiyên gund li dijî îstîsmarê xwestin bimeşin, malbata îstîsmarkar bertek nîşan dan û êrîş kirin. Ev biryara ku we da rê li pêş îstîsmarên din vekiriye."    Prz. Karataş, xwest dîsa delîlan li ber çavan bigire û bersûc dîsa bê girtin. Dayika Zarokan Necibe E. jî bertek nîşanî berdana bersûc da û xwest bersûc disa bê girtin. Dozger jî mutala kir û xwest bersûc Sedat E. girtî bê darizandin.      DAYIKA ZAROKAN KRÎZ DERBAS KIR     Heyeta dadgehê piştî navberek kin biryar da. Heyetê daxwaza parêzer û dozger a girtina bersûc red kir û biryara darizandina serbest da. Heyetê danişina dozê taloqî dirokek pêş kir. Li ser biryarê dayika zarokan Necibe E. krîza sînîr derbas kir.