Ji bo Hevserokê giştî yê HDP'ê Temellî lêpirsîn hat destpêkirin 2019-02-19 13:27:33 WAN – Serdozgeriya Komarê ya Wanê, têkildarî axaftineke Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ya di çalakiyekê de kiribû, serlêdana sûc da destpê kirin.    Serdozgeriya Komarê ya Wanê, ji ber axaftineke Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ya di 19’ê Kanûna 2018’an de di çalakiya “Hevdîtina bi Gelre” kir de du serlêdanên sûc dan destpê kirin.    Dozger, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Gelê Tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û dezgehên dewletê kêmxistin” darbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelllî de dest bi lêpirsînê kir. Dosyeya Temellî ji bo Serdozgeriya Komarê ya Enqerê hat şandin.