HDP dê li Kocaelî Gulum û li 15 navçeyên Stenbolê jî namzetan nîşan bide 2019-02-19 13:23:12   STENBOL - HDP, dê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaelî parlementerê Zuleyha Gulum û li 15 navçeyên Stenbolê jî namzetan nîşan bide. Ji 9 navçeyan jî nîqaş berdewam dikin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya ji bo şardariyên bajarên herêmê yên qeyûm tayînê wê hatin kirin qezenc bike û li bajarên rovaja jî AKP têk bibe, xwe ji hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê amade dike û namzetên xwe diyar dike.   HDP, xwe amade dike ku îro saet 17.00’an de lîsteyên namzetên xwe teslîmî Desteya Hilbijartinê ya Bilind bike. HDP’ê li ser vê yekê namzetên xwe yên Marmara jî diyar kirin. HDP, dê li Balikesîrê parlementer Alî Kenangolu û li Kacaeliyê jî, parlementer Zuleyha Gulum namzet diyar kirin.    HDP’a ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) namzet diyar nekir, dê ji bo 15 navçeyan namzetên hevşaredariyan û endamên meclîsê diyar bike. Ji bo 9 navçeyên din jî nîqaşên HDP’ê berdewam dikin.    HDP, dê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaelî parlementerê Zuleyha Gulum û li 15 navçeyên Stenbolê jî namzetan nîşan bide. Ji 9 navçeyan jî nîqaş berdewam dikin.    HDP’ê, sererastkirinên dawî di lîsteyan de kirin û li gorî vê jî dê ji bo Hevşaredariya Bagcilarê parlementer Huda Kaya, ji bo Hevşaredariya Sûltanbeylî parlementerê berê yê HDP’ê Nîhat Akdogan, ji bo Gazîosmanpaşa Parêzer Sînan Zîncîr, ji bo Sultangazî Serokê Şaredariya Xozatê yê berê Cevdet Konak, ji bo Esenler Calal Alpan û  ji bo Kagithanê jî Îsa Yildiz dê weke namezet nîşna bide.    NAMZETÊN SEROKÊN ŞAREDARIYÊN 15 NAVÇEYAN    Navçeyên, HDP hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê lê diyar bikin wihane:  Beykoz, Çekmekoy, Pendîk, Sûltanbeylî, Umraniye, Bayrampaşa, Esenler, Fatîh, Gazîosmanpaşa, Kagithane, Sûltangazî, Arnavûtkoy, Bagcilar, Başakşehîr û Gungoren.    ENDAMÊN MECLÎSA 15 NAVÇEYAN    Navê 15 navçeyên HDP endamên meclîs lê diyar bikin wihane: Buyukçekmece, Kuçukçekmece, Sîlîvrî, Çatalca, Kartal, Şîle, Tûzla, Uskudar, Beyoglû, Eyup, Sariyer, Zeytînbûrnû, Bahçelîevler, Bakirkoy û Beylîkduzu.    LI SER 9 NAVÇEYAN NÎŞAN BERDEWAM DIKIN    Navçeyên nîşaqên HDP’ê yên li ser berdewam dikin jî wihane: Avcilar, Şîşlî, Beşîktaş, Kadikoy, Ataşehîr, Maltepe, Adalar, Esenyûrt û Sancaktepe. HDP dê di saetên pêş de li ser namzetên xwe yên van navçeyan diyar bike.    Dinava endamên meclîsên şaredariyan û hevşaredarên HDP’ê diyar kirin de, endamên partiyên Kurdan ên tifaq kirin jî hene.